Di bin yek alekê de 2+2=1

Nûvekirina dawîyê(Last update) : 01.02.2026

WER-GER.COM: Di derheqê wergeranê de websîteyek taybet e.

WERGÊRÊ MEHÊ

SAMÎ HÊZIL

Di qada ziman, wêje û çanda kurdî de xebatên xwe dimeşîne. Berhem û gotarên wî bi giştî li ser edebiyata berawirdî, mitolojî, edebiyata kurdî ya modern û wergera edebî ne. Bi mexlasa Sami Hêzîl, gelek werger, nivîs û berhemên wî çap bûne. Ji bo agahîyên bêhtirîn bitikîne: Samî Hêzil


Berhêmên Nivîskarên Klasîk

WERGERANÊN DAWÎYÊ


HIŞYARÎ

Li gor me hin pirsgirek hene. Yek ji wan ne nivîsandina ‘’zimanê jêder’’ e. Zimanê ku wergêr jê werger dike, zimanê jêder e. Gelo çima ‘’zimanê jêder’’ naye nivîsandin? Yêkemîn dibe ku weşanxane/wergêr bîr dikin binivîsin an ji giringiyê nadin. Duyemîn, zimanê resen ne tirkî ye û wergêr ji zimanê tirkî wergerê dike, naxwazê were zanîn.

Biya me mafê xwendevanan heye bizane kitêb ji kîjan zimanî hatiye wergerandin. Herwiha di pêşgotinê de eger wergêr bikare derheqê wergera xwe bi hûrgulî agahî bide yê gelek baş bibe. Pêşgotina wergêrê ji bo sibêrojê zimanê Kurdî wekî xezîne ye. Çimkî tecrûbeya wergêr winda nabe û karê wergêrên siberojê hêsan dibe. Divê weşanxane vê pêşgotinê ji wergêr bixwazin. Di vê pêşgotinê de wergêr ji kîjan ziman sûd wergirtiye, di wergerêde çi zehmetî kişandiye, kîjan ferhenga bikaranîye, terza nivîskar çiye hwd. binivîse. Bi kurtî ji bo wergêrên siberojê çi kêrî were divê binivîse.

Wergêr, weşanxane divê wergerên ji zimanê tirkî hatîye wegerandin xef nekin.(Em behsa zimane resen yê ne tirkî dikin.) Çimkî ne hewce ye. Biya me helbet mafê wergêran heye ji zimanê tirkî wergerê bikin û ev ne şerm e. Hema bêje em hemû bi zimanê tirkî perwerde bûne û bêguman divê em jê sûd bigrin. Heya statuyek ava bibe û haya derfetê me zêde bibin divê em vê meselê ne tûj bin. Dibê ku klasîkên dinyayê hemû jî bi tirkî were wergerandin. Biya me di şart û mercên me de ev tiştek normal e.

Meseleyek din îhmalkirina wergêrê me ye. Di gelek wergeran de di derheqê wergêran de agahî nîne. Wexta mirov google dike weneyek wan nîne. Meîlek wergêr nîne. Lê biya me qîmeta wergêrê me ji nivîskarê kitêb bilindtir e. Çima weneyek wergêrê di bergê de tune be? Çima navê wan di bergê de biçûk tê nivîsin? Divê em qîmet bidin wergêra xwe ku ew jî karê xwe bi şad dewam bikin.

WER-GÊR.COM

Bêhtir nîşê bike Kêmtir nîşê bike

AÇARNAYÎŞÊ KIRMANCKÎ

#AÇARNAYÎŞÊ KIRMANCKÎ

KITÊBÊN WERGERAN YÊN KURMANCÎYÊ

#KITEBÊN JI SORANÎ HATÎ ADEPTEKIRIN

#KITÊBÊN JI INGILÎZÎ HATÎ WERGERANDIN

#KITÊBÊN JI FRANSÎ HATÎ WERGERANDIN

#KITÊBÊN JI SWEDÎ HATÎ WERGERANDIN

#KITÊBÊN DANIMARKI HATÎ WERGERANDIN

#KITÊBÊN JI RUSÎ HATÎ WERGERANDIN

#KITÊBÊN JI ELMANÎ HATÎ WERGERANDIN

#KITÊBÊN JI SPANÎ HATÎ WERGERANDIN

#KITÊBÊN JI FARISÎ HATÎ WERGERANDIN

#KITÊBÊN JI ERMENKÎ HATÎ WERGERANDIN

#KITÊBÊN JI YÛNANÎ HATÎ WERGERANDIN

#KITÊBÊN JI ÇEKÎ HATÎ WERGERANDIN

#KITÊBÊN JI ÎTALÎ HATÎ WERGERANDIN

#KITÊBÊN JI EREBÎ HATÎ WERGERANDIN

#KITÊBÊN JI TIRKÎ HATÎ WERGERANDIN

#KITÊBÊN BÊKATEGORÎ

#KITÊBÊN YÊ ZIMANÊ JÊDER NE HATÎ DÎYARKIRIN

KITÊBÊN RÊZIMANÎ

#KITÊBÊN RÊZIMAN

Ferhengên Nivîskî

#FERHENGÊN NIVÎSKÎ

FERHENGÊN ONLAYNÊ

#WÎKÎFERHENG

#FERHANGA GOOGLE

#FERHANGA WEQFA MEZOPOTAMYAYÊ

#DIMILKÎ.NET

#THE KURDISH DICTIONARY

#FERHENG ORG

#FERHANGA MyMemory

#FERHANGA GLOSBE

#LEXILOGOS

#Ferhanga Enstituya Kurdî Ya Parîs

#FERHANGA TIRŞIK NETÊ

#FERHENGA AKADEMÎK

#FERHANGA HAKKARÎM

#FERHENGA ZKURD

#FERHANGA MICROSOFTÊ

#FERHENGA KURDONLINE


DERKET! Wergera Edebî di Kurdî de

Wergêr: Samî Hêzîl

Berhema Wergera Edebî Di Kurdî De lêkolîneke zanistî ya der barê wergera edebî ya Kurdî de ye. Berhem cih dide mijarên wekî paşxaneya dîrokî ya wergerê, biwarê wergernasîyê, teorî û têgihên wergernasîyê, wergera edebîyatê û taybetîyên wergera cureyên edebî. Nivîskar armanc dike ku der barê teorî, model û têgihên wergernasîyê û paşxaneya dîrokî ya wergerê de û der barê wergera Kurdî de lêkolîneke giştî jî pêşkêş bike.

Nivîskar Sami Çeliktaş di berhema xwe de bi modeleke teorîk dahûrandina tekstên werger ên Îngilîzî-Kurdî dike û asta edebîtîyê ya wan wergeran destnîşan dike. Ev xebat hem dibe gavek ji bo lêkolîna wergerê ya di çarçoveyeke teorîk de, hem jî xebateke sepandinî ye ku li dora modela Christiane Nordê ya bi navê Analîza Tekstê ya navend-werger nimûneyên tekstên wergerê analîz û rexne dike.

Bêhtir nîşê bike Kêmtir nîşê bike

Eşkerabûna Yekem Teksta Kurdî/Kurmancî ya Wergerê di Dîroka Pexşana Kurdî da-(1857)

Wergêr: Mele Musayê Hekarî

Ew destxet piştî derbasbûna zêdetiri 160 salan, ji bo cara yekem e ku tê lêkolînkirin û bi elfabaya erebî ya Başûrê Kurdistanê, her weha bi elfabaya latîni tê capkirin. Giringiya wê, ji xênci aşkerabûna yekem teksta kurdîya kurmancî ya wergêranê ye di dîroka pexşana kurdî da; herweha bi sedan peyv û derbirîn di nav wê tekstê da hene ku ji bo nivîsîna niha ya kurmancî gelekî giring in, bi taybeti ji
bo asta morfoloji û hevoksaziyê em dikarin gelek mifa jê wergirin.
Ji bo dewama nivîsê pêl bike.

Bêhtir nîşê bike Kêmtir nîşê bike

WERGERA DAWÎ YA KAWA NEMIR, ULYSSES DERKET!

“Em nikarin welêt biguherînin. Ka were em mijarê biguherînin.”

Ulysses, James Joyce

“Bikaranîna Odîssiyê ya Joyceî bi şêweyekî terîb… giringiya xwe ya vedîtineke zanistî heye… Ev yekser şêweyekî kontrolkirinê, birêkûpêkkirinê, dayîna dirûvekî û wateyekê bi panoramaya bêserî û bêbinî ya bêçuneyiyê û geremolê ye ku mêjûya hevçerx e… Ev, ez bi micidî pê bawer im, pêngavek e berev mimkinkirina cîhana modêrn bo hunerê.”

“Ulyssesê bi têra xwe nûr-nedera xwe ya gilî-gotinan heye ku pirr û gelek romanan raxe… Dijwar e ku hûn şayeseke kamiltir a mirovê siruştî peyda bikin.”

Harold Bloom

“Berhema Joyceî ne der barê qewamê de ye, ew qewam bi xwe ye.”

Bêhtir nîşê bike Kêmtir nîşê bike

ARAM-KLASÎKÊN ZAROKAN, 19 PIRTÛK. SPAS!


1- Robin Hood- Howard Pyle
2- Kont Monte Kristo- Alexandre Dumas
3- Ger 0 Gestên Gulivero- Jonathan Swift
4- Pinokyo- Carlo Collodi
5- Oliver Twist- Charles Dickens
6- Tom Sawyer- Mark Twain
7- Huckleberry Finn Cavhilkiriyên Leheng- Mark Twain
8- Gera li Dor Dinyay di 80 Rojan de- Jules Verne
9- Pollyanna- Eleanor H. Porter
10- Kemanjenê Pick- Eleanor H. Porter
11- Mastreskê Bick- Samed Behrengi
12- Serphatiyên Alîcê- Lewis Carroll
13-Girava Xizinê- Robert Louis Stevenson
14- Sê Cekdar- Alexandre Dumas
15- Sêwi- Hector Malot
16- Mirko- Antonie de Saint-Exupéry
17- Incî- John Steinbeck
18- Qaqlibaz- Richard Bach
19- Don Kîsot- Miguel de Cervantes Saavedra

Bêhtir nîşê bike Kêmtir nîşê bike

DERKET! DI DERHEQÊ WERGARANÊ DE XEBATEK AKEDEMÎK

Ji ber ku kurdî, wekî di edebiyatê de, di zimannasiyê de û bi taybetî di qada wergernasiyê de zimanekî îhmalkirî ye, girîngiya vê xebatê zêdetir dibe. Mijareke din a ku vê xebatê girîng dike jî ew e ku, wê bi nêzîktêdayînên çandî nirxandinan li ser wergera kurdî bike. Li ser wergera kurdî heta vê gavê xebatên akademîk zef kêm derketine, yên heyî jî çend gotar in ku ew jî bêtir ji aliyê zimannasiyê ve nêzîkî wergerê dibin; lewma, xebateke bi vî awayî ku ji aliyê nêzîktêdayîn û rêbazên çandî ve behsa wergera kurdî û kurdolojiyê dike girîngtir dibe.

Zîyattin Yıldırımçakar

Bêhtir nîşê bike Kêmtir nîşê bike

DERKET! LEWerger


Kovara Wergera Helbestê Ya Çarmehane

lewwerger@gmail.com

Merheba,

Piştî çizirîna fikra kovareke wergerê û pê re jî guftûgo û dan û stendina li ser vê fikrê ya bi gelek heval û hogirên wergêr re, di 1ê nîsana îsal de wekî Lijneya Weşanê me nivîsek belav kiribû û me kêm zêde tê de gotibû em ê dest bi derxistina kovareke wergerê ya çarmehane bikin ku wê çarçove û naverok xwerû ji wergera helbesta cîhanê pêk bê û helbet wê di her hejmarê de du yan sê nivîsên teorîk ên li ser paşxaneya helbestê jî hebin.

Û axir… piştî hewleke bi têra xwe pirhêl û nişmî, û wiha jî amadekariyên dijwar û dirêj lê pak û sedcar werbêjkirî, va ye ew roj hat; LEW êdî li hafa xemxur û xwendevanên kurdî berdest e û lew jî dilê me gelekî pê şanaz e! Helbet em ê nekevin babeta ka çi werger e, werger çi ye û yan ne çi ye; ji ber ku ev derav deraveke têr xweser e, ango jê re pisporiyeke din divê. Em vê babetê ji ehil, pispor û şarezayên vî karî bi xwe re dihêlin:
Karê me bi xwe werger e û mebesta me kovareke kurdewar a wergera helbestê ye.
Di LEWê de kedeke yekta ya 41 heb wergêran heye. Hûn ê di vê hejmarê de hema hema 60 tekstên ku bi xwe ji 12 zimanên jêder/resen li kurmancî, soranî û kirmanckî hatine wergerandin bixwînin. Her teksta ku di vê hejmarê de weşiyaye herî kêm li bêjinga edîtorekî û redaktorekî ketiye. Me jî wekî lijneya weşanê, di neqandin, erêkirin an nakirina her tekstê de ewila ewil guh da nirxandina editor û redaktorên xwe. Me pevre û li gorî rayeke hevpar naveroka kovarê berceste kir. Elzem e û divê yek bi yek em malavayiya wergêr, edîtor û redaktorên vê hejmarê bikin. Herwiha ji bilî wergêran, keda gelek xemxurên kurdî giha kovarê. Bi vê boneyê, em bi taybetî spasiya Kenanê Nado, Sevilay Işik, Ar-da Janxwar, Nesrîn Rojkan, Luqman Ehmed, Mem Dogala, Yucel Aslan û gelek hevalên din jî dikin.
Û gotina dawîn: Ji LEWergerê silavek bo kovara yekem a wergerê Tabularasa…
Silav û xweşî…

Bêhtir nîşê bike Kêmtir nîşê bike


DAXE/DOWNLOAD



VÎDYO

Ruhê Wergerê/Dîlawer Zeraq
Kêşeyên Wergerê
Mustafa Aydogan li ser wergerê jî diaxive
Nivîskar û wergêr Ciwanmerd Kulek
WERGER Û DİSTOPYA – SALİH AGIR QOSERÎ
Kawa Nemir Pirsan Bersivand-HESTÛ TV

KURDÎ/INGLÎZÎ/TIRKÎ TABLOYA DEMAN

XÊRXWAZÎ

xwebexşî

Eger hûn jî bixwazin di projeya ”wer-ger.com ” de bi XÊRXWAZÎ xebitin ji kerama xwe re peyam bişînin.