Navê Resen : The Rime of Ancient Mariner |
| Navê Kurdî: Newaya Deryavanê Dêrîn |
| Nivîskar: Samuel Taylor Coleridge |
| Wergêr: Samî Hêzil |
| Zimanê Resen: Îngilîzî |
| Zimanê Jêder: Îngilîzî |
| Weşanxane: Cervantes |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2023 |
| Cihê Çapê: |
| Rûpel: 95 |
| ISBN: 9786257724845 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Newaya Deryavanê Dêrîn – The Rime of Ancient Mariner – şahkareke wêjeya Îngilîz û pêla Romnatîk a helbesta cîhanê ye. Samuel Taylor Coleridge bi vê cureya “balada lîrîk” çîroka deryavanekî, Deryavanê Dêrîn, ji me re vedibêje ku keştîya wî bi zora firtoneyê ber bi Cemsera Başûr kaş dibe û piştre jî berê wê dikeve Okyanûsa Pasîfîk. Deryavan û hevalbendên wî di deryayê de rastî albatrosekî tên û piştî kuştina wî balindeyê ya bi destê Deryavan serpêhatîya wan diguhere ser tengeje, xirabî û cezakirinê.
Coleridge, bi zimanê xwe yê efsûnî, ji hêlekê ve xwînerê xwe bi çîroka Deryavan mijûl dike û ji hêleke din ve jî wate û peyama helbestê, barê wê yê alegorîk, sembol û temayên wê bi hostatîyeke mezin peyv bi peyv didarijîne.
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


