‘Efsûn’ ji bo soranî hat wergerandin

Pirtûka dawî ya siyasetmedar û Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş ji bo soranî hat wergehardin. Pirtûka wî “Efsûn” par payîzê hatibû weşandin û niha soraniya wê derket.

Wergêr Ferhad Çomanî pirtûkên Demîrtaş ên berê wergerandibûn soranî û niha “Efsûn” jî wergerand. Pirtûk ji Weşanên Waje derket û ji bo nasandina pirtûkê îro li Hewlêrê li Pirtûkxaneya Aştî civîneke danasînê hat li dar xistin. Wergêr Ferhad Çomanî di civîna danasîna “Efsûn”ê de qala wergera pirtûk, pirtûkên Demîrtaş kir û sipasiya kesên beşdar kir. Piştî danasînê Çomanî ji bo mêvanan pirtûk îmze kirin. 

Leave a Reply

Discover more from WER-GER HÊZ E...

Subscribe now to keep reading and get access to the full archive.

Continue reading