Ziyattîn YILDIRIMÇAKAR

Ziyattin Yıldırımçakar, Ji Wanê ye. Lîsansa xwe di beşa Çand û Edebiyata Amerîkî li Zanîngeha Stenbolê qedandiye. Mastera xwe li Zanîngeha Mardin Artukluyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de temam kiriye û niha li Zanîngeha Dicleyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de doktoraya xwe dike. Her wiha li Zanîngeha Mardîn Artukluyê, di beşa Kurdî de wekî Asîstan dixebite.