Çapa duyemîn a pirtûka Dostoyevskî ”Merivên Reben” hat belavkirin

Çapa duyemên a pirtûka Dostoyevskî ya bi navê “Merivên Reben” ligel hinek guhertinên nû ji Weşanxaneya Avestayê derket û niha li ber destê xwînerê xwe ye.

Çapa duyemîn a pirtûka Merivên Reben a Dostoyevskî bi wergera nivîsakarê Kurd Hesenê Metê ji Weşxanexaneya Avestayê der çû.

Ev pirtûk li ber wergerên Swêdî û Tirkî ji aliyê Hesenê Metê ve hatiye wergerandin. Ew peyv û hevokên ku li ber van herdu wergeran li hev nekirine, li ber orîjînala wê ya Rûsî bi rûsiya Marîna Taloyanê hatine rastkirin.

Di pêşgotina kitêbê de Hesenê Metê dibêje: “Dostoyevskî yekemîn nivîskarê êş û azara jiyanê ye. Hunermend, psîkolog, humanîst û dilovan… bi van nexşan, yekî nola wî nehatiye û ne jî çûye. Bi xwe jiyaneke tahl, xizan, bi êş û nexweşî buhurandiye. Erd û asîman, cin û perî, çêyî û xirabî di jiyan û berhemên wî de li hev dipiçikin û hevdu dihûnin. Gelek rexnegir û lêkolîneran li ser Dostoyevskî pir û pir tişt gotine û nivîsandine. Ji van tiştan gelekî wan ji hev dûr û gelekî wan jî nêzîkî hev in. Ji ber vê yekê, ez ne bawer im ku bi nîgareke din û yeke din û yeke din jî meriv bikanibe ruh, raman û felsefeya wî bidine famkirin. Û ne dûrî aqilan e ku em bibêjin: Dostoyevskî bi xwe jî nîgara êvîn û oldariya xwe, dilovaniya ruhê xwe, kurahiya felsefeya xwe, nexş û hûnandina hunermendiya xwe bi lêv nekiriye û nikanibûye bike. Dibe ku ev ji bo wî jî gelekî dijwar bûye. Dostoyevskî bi xwendinê tê famkirinê, lê dijwar e ku were katkirin.”

Pirtûka Cara pêşî li Swêd (1991) çap bûye.

(RUDAW)

Leave a Reply