Navê Resen : |
| Navê Kurdî: Kurd û Selahaddîn |
| Nivîskar: Muhsin Mihemed Hiseyn & Bedran Ehmed Hebîb |
| Wergêr: Emîn Narozî |
| Zimanê Resen: Erebî |
| Zimanê Jêder: Erebî |
| Weşanxane: Avesta |
| Çap: 1 |
| SalaÇapê: 2025 |
| Cihê Çapê: Stembol |
| Rûpel: 128 |
| ISBN: 9786255535269 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Ev kitêb komek pirs in ku bi nivîskî ji ustad diktor Muhsin Mihemed Huseyn hatine pirsîn. Ew yek ji nivîskarên akademîk ên navdar e li Kurdistanê û di vê biwarê de hejmarek berhemên wî jî hene. Naveroka vê diyalogê ya sereke derbarê xemsariya Selaheddîn ji bo avakirina dewleteke kurdî û xizmetnekirina wî ji gelê xwe re ye.
Ji ber ku kesên mîna Ustad, Selahedîn diparêzin û hemî helwestên wî jî rast didêrînin kêm in, me ev diyalog pê re çêkir. Çawa ku ew jî hemî pirs û nêrînên me yên li ser Selaheddîn bersiv dide û li me vedigerîne ku ev jî mafê wî ye. Bêguman em jî Selahedîn fehm dikin û rûmetê jî didinê, lê em weha dibînin ku her bûyereke tarîxî mafê xwe yê lêvegerîn û nirxandinê heye.
Jixwe li ser bûyeran bi her nifşekî nû re nêrîneke nû jî derdikeve holê, lê ev nayê wê maneyê ku nirxandina Selaheddîn û periyoda wî li gorî pîvanên îro bê kirin. Lê belkî divê nirxandina hertiştî li gorî pîvanên serdema wî be, çunkî ne dadwerî ye ku bûyer ji cih û rewşa xwe ya tê de bê derxistin. Lê ev nayê maneya ku hinek xalên tê de nayên rexnekirin û hertiştê ku qewimiye jî rast bê dîtin.
Bedran Ehmed Hebîb
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


