Navê Resen : Portrait du colonisé, précédé par Portrait du colonisateur |
| Navê Kurdî: Dekolonîzasyon û Yên Dekolonizebûyî |
| Nivîskar: Albert Memmi |
| Wergêr: Fahriye Adsay |
| Zimanê Resen: Fransî |
| Zimanê Jêder: |
| Weşanxane: Avesta |
| Çap: 1 |
| SalaÇapê: 2025 |
| Cihê Çapê: Stembol |
| Rûpel: 152 |
| ISBN: 9786255535344 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDÎ |
Rave
Di vê kitêbê de Albert Memmi bi me re dipeyive ku rojekê serxwebûn bê bidestxistin jî dibe ku ew bixwe, nîşan û sembolên serweriyê têra me neke; netewe-dewlet xwe biqedîne berî ku derfet bibîne xwe îsbat bike ger nikaribe civakeke nû ya nifşên nû dixwaze ava bike; dema hiqûqa kolonyalîstan bê rakirin û şûna wê neyê tijîkirin, gendeliya berdewam û kontrola kesên nêzîkî serkirdeyên sektorên aborî dikare serxwebûnê biherimîne; vê carê gelê dewleta serbixwe ji ber feqîrî û zordestiya navxweyî xwe li sînorên wan welatên kevne-kolonyalîst û welatên rojavayî xin. Ev trajedî ye. Loma riya serxwebûnê riya avakirina civaka siberojê ye û di vê riyê de rola întelektuelan giring e. Li welatên ciwan kêmasiyên întelektuelan ew e ku qadê vala dihêlin ji ewan re ku ji dêvla rasyonelbûnê coşeke mistîk û îşligê teng ê endamtiyeke hişk a vekirîbûna universalîzmê tercîh dikin; ji dêvla vêgaya biqaswet an bêrûmetkirî, xewna vegera bo serdemeke zêrîn dibînin. Întelektuel ji wê wêrektiyê bêpar in ku tişta beloq bibînin. Nivîskar amrazeke miezem heye di destê wan de, sêwirandin, dike ku bidin bawerkirin. Dikarin tiştên ew hîs dikin û difikirin li lehengên honakî bar bikin. Pêncî romanên ji serdemeke diyar, ji bo famkirina wê demê çavkaniyeke gelekî dewlemendtir dabîn dike ji tonên kaxiza rojnameyên di hikumdariya dîktatorekî de hatiye çapkirin. Ew tişta ji ramangerekî serbixwe tê payin, emilandina aqlekî rexnegirane ye bo hevtemenên xwe. Întelektuel ji dêvla ku xwe li teoriyên demode bigrin û li dora wan biçin bên, divê biwêrin bi rewşa xwe ya rastîn û bêşiyaniya siyasetmedaran re rû bi rû bibin.
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


