Navê Resen : |
| Navê Kurdî: Çima Neteweperwerî |
| Nivîskar: Yael Tamir |
| Wergêr: Fahriye Adsay |
| Zimanê Resen: Ingilîsî |
| Zimanê Jêder: Ingilîsî |
| Weşanxane: Avesta |
| Çap: 1 |
| SalaÇapê: 2025 |
| Cihê Çapê: Stembol |
| Rûpel: 208 |
| ISBN: 9786255535399 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDÎ |
Rave
Ji zû ve ye wext hatiye ku em îtibara neteweperweriyê lê vegerînin, ji ber ku: neteweperwerî parçeyek esasî ya modernîte û pêşveçûnê ye; komeke mirovên ji nasnameyên cuda bi ciyekî diyar ê cografî ve girê dide; bi hemana xwe ya terîtoryal girêdanekê çêdike di navbera netewe û dewletê de, li ser herêmeke diyar doza otorîteyeke meşrû dike.
Neteweperwerî di korîdoreke demokratîk û aborî re ketiye nav modernîteyê, loma tenê bersiv nade hewcedariyên dewletê, bersiv dide daxwaza takekesên modern ku bibin xwediyê jiyana xwe; tecrubeyên şexsî û gişteyî dewlemend dike, maneyeke taybet dide kirinên wan, wan dike parçeyek ji zincîreyeke domdar a afirîneriyê.
Netewe-dewletê bi riya koalisyoneke nav-çînî mal û derfetên biqîmet pêşkêşî welatiyan kir; endamên çînên jêrîn kirin parçeyek ji yekeyeke siyasî ya civakî û hevpar û destkeftiyên bêemsal pêşkêşî wan kir: perwerde da wan, zimanekî hevpar ferî wan kir û mafên wan ê siyasî gerantî kir.
Neteweperwerî sedemeke maqûl dabîn dike: pêşî bo meseleya sînoran, dûre bo pênaseya “gel” û dawiya dawî bo meseleyên belavkirinê; welatiyên xwe temîn dike ku ev welatê me ye, axa me ye, nerîtên me ne û ev jî berpirsiyariyên me ne ku em pê rabin; teşwîqkirina peymaneke civakî û koalisyoneke nav-çînî ye û sedemên hêja dide takekesan da ku bi hev re bixebitin ji bo pêşvebirina qenciya hevpar, belavkirineke adiltir a rîsk û derfetan.
Bi halê xwe yê herî xirab, hêzeke wêranker û hilweşîner e; bi halê xwe yê herî baş, yek ji hêzên herî zêde avakar û afirîner e. Ewçax lazim e, em hewl bidin û îstifade bikin ji tecrubeyên neteweyî lê çavê xwe ji rîskên wê re jî negirin
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


