Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde bi Kurdî belav bû

Romana Robert Louis Stevenson a “Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde” ji Weşanxaneya Avestayê çap bû. “Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde”  romana Robert Louis Stevenson ji Înigilîzî bi wergera Ciwanmerd Kulek êdî bi Kurdî ye. Ev pirtûk ji aliyê Weşaxaneya Avestayê ve hat çapkirin û belavkirin.

Romana Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde wiha hate danesîn: “Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde bûye klasîkek  di warê babeteke herheyî a edebiyatê de, ew jî mijara dualîteyê ye. Evê mijara ku ji ol û ayînan heta bi psîkolojiyê di qadên têvel de bi şêweyên cûrecûr derdikeve pêşiya me, bi vê berhemê ciyekî girîng girtiye di cîhana wêjeyê de.

Di vê romanê de em dibin şahidê xwestek û azmûneyên bijîşkekî qenc û xwedan îtibar ê ku dixwaze aliyê xwe yê nebaş jî derxe û bijî. Dema van du aliyên dijhev di du kesayetan de bi gewde dibin, bûyerên cihê meraq û nihêniyê li dor vê nakokiya qedîm diqewimin. Gava em hevok bi hevok li pey ristin û veristina vê meseleya seyr diherin, zewqa edebî a şêwazeke yekta vê azmûneya me ya xwendinê dewlemend dike.”

(RUDAW)

Leave a Reply