Di sê xala de rîya wergerê

Ziman yêkcar ne rêziman e. Qurmê wî çand, ol, dîrok hwd. re dikeve pêwendîyê. Wergêr ji van bêagah be dibe ku metnê baş fehm neke. Di wergerê de armanç heman tesîr e. Ji bo hevsengiyek baş divê her du ziman jî baş were zanîn.

Berîya wergerê divê nivîskar were nasîn. Bîyografîya nivîskar çîye? Di jiyanê de çi bandor lê kiriye? Fikrên wî/ê derheqê jîyan çîye? Herwiha , wergera vê berhemê yê çi menfeet bide Kurdî? Berhem hêjayê wergerê ye?

Piştî wergêr biryara xwe bide. Divê bi weşanxaneyek re bikeve têkilîyê. Çimkî dibe ku astengên telîf û destûrê hebin. Herwiha piştî wergerê, divê redaksyona wergerê were kirin. Wekî din wergêr dikare bi xêra weşanxaneyê re wergêrên din nas bike. Wergêr dibe ku li gor dilê xwe biryar bide. Lê weşanxane li gor şert û mercê jiyanê dimeşe. Eger wergêr û weşanxane bi hevre biryarek bide yê herî baştir be.


Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…

Leave a Reply