Ken Parker – Apaçî



Navê Resen :
Navê Kurdî:
Ken Parker – Apaçî
Nivîskar:
Giancarlo Berardi & Ivo Milazzo
Wergêr:
Selîm Nalî Gulfîraz
Zimanê Resen:
Îngilîzî
Zimanê Jêder:
Îngilîzî
Weşanxane:
Avesta
Çap:
1
SalaÇapê:
2025
Cihê Çapê:
Stenbol
Rûpel:
96
ISBN:
9786255535368
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Ne ku bi tenê di cîhana xêzeromana îtalî de, lê herwiha ew yek ji nivîskarên herî navdar ê dîroka xêzeromanê ye. Berardi xwedî wê behremendiyê ye ku bi serfirazî dişê nimûneyeke wê cîhanbîniya humanîst û nûjenxwaz di xêzeromanê de pêk bîne, ya ku derhênerê navdar John Ford ew anîbû nava hunera sînemayê. Wî xêzeroman ji cîhana lehengê mêr derxistiye û bi vegotina xemgînî û neçariya wê ve kirasekî mirovî lê kiriye. Berardiyê ku di sala 1949an de hatiye dinyayê nivîskarekî baş ê xêzeromanê, xêzkerekî baş, gîtarîst, stranbêj, bestekar û şanonivîs e. Ew hunermendekî piralî ye ku wî hê di dema lîseyê de şano nivîsîne, derhêneriya wan kiriye û di wan de leyîstiye, û ji bo koma ’Beat’’ The Scorpions a ku bi hevalên xwe re damezrandibû stran çêkirine û derketiye ser dikê. Di gel ku ew xêzkerekî baş e jî piştî ku rastî hostetiya Milazzo hatiye, wî xêzkerî ji hevalê xwe re hiştiye û tevahiya enerjiya xwe daye ser nivîsînê. Cara pêşîn bi nivîsandina rêzên Tarzan, Silvestro û Diabolik re nav û dengê wî belav bûye. Di sala 1976an de bi xêzker Ivo Milazzo re pêşiyê Tiki, û pişt re jî di 1977an de lehengê navdar Ken Parker nivîsiye ku li seranserê dinyayê li 13 welatan hatiye çap û belavkirin. Di navberê de rêzên kurt ên bi navên Welcome to Springville, L’uomo delle Filippine û Dedektif Marvin nivîsîn. Di sala 1988an de lehengê dedektîv Julia Kendal afirand. Ewqasî li ser karê xwe dihele ku berî afirandina lehengê Juliaê, bi nivîsandina tezeke li ser sosyolojiya romanên polîsiye ve mezûn bûye û di Enstîtuya Tiba Edlî ya Cenovayê de dersên krîmînolojiyê şopandine. Bi xêzeromana Juliaê ve, wî ew vegotina xêzeromanan ya kevneşopîk ya ku an kirasekî nêrane li jinê dikir an jî ew bi tenê bi bedena wê ve bisînor dikir ji binî ve hilweşandiye. Hindek ji xelatên ku pê hatiye rûmetdarkirin ev in: Oesterheld, Premio Internacional Barcelona de Comics, Haxtur, Attilio Micheluzzi û Yellow Kid.


Wergêr

Selîm Nalî Gulfîraz

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…