Werger Wek Kirineke Çandî


Nav:
Werger Wek Kirineke Çandî
Nivîskar:
Ziyattîn YILDIRIMÇAKAR
Weşanxane:
Peywend
Çap:
1
Sala Çapê:
2021
Cihê Çapê:
Wan
Rûpel:
117
ISBN:
978-625-7568-21-0
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Armanca vê xebatê nirxandina rola wergerê di kurdî û kurdolojiyê de ye. Ji ber vê, wergera kurdî û kurdolojî bi rêbazên çandî hatine nirxandin. Di vê peywendê de em ê wergera kurdî û kurdolojiyê li gorî vegerîna çandî di wergernasiyê de binirxînin û em ê li ser vegerîna wergerî jî fikrên xwe bînin zimên.

Ji ber ku kurdî, wekî di edebiyatê de, di zimannasiyê de û bi taybetî di qada wergernasiyê de zimanekî îhmalkirî ye, girîngiya vê xebatê zêdetir dibe. Mijareke din a ku vê xebatê girîng dike jî ew e ku, wê bi nêzîktêdayînên çandî nirxandinan li ser wergera kurdî bike. Li ser wergera kurdî heta vê gavê xebatên akademîk zef kêm derketine, yên heyî jî çend gotar in ku ew jî bêtir ji aliyê zimannasiyê ve nêzîkî wergerê dibin; lewma, xebateke bi vî awayî ku ji aliyê nêzîktêdayîn û rêbazên çandî ve behsa wergera kurdî û kurdolojiyê dike girîngtir dibe.


<strong>Nivîskar</strong><br>
Nivîskar

Ziyattîn YILDIRIMÇAKAR

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…