HELBEST Û WERGER

EVDAL BAQÎ

Destpêk

Di zimanê yewnanî de bêjeya poiesis dewsa navê helbestê digire. Di rastîyê de jî poîesîs tê wateya afirandinê. Berê helbestvan wek stranbêjekî/mûzîkjenekî (Aoidos) dihatin naskirin. Lewre helbestvan, ji aliyekî ve bi veguherandin û rîtîma xwe zimên diafirîne, ji alîyê din ve heyberên zimên ên ku divê di avahîsazîya helbestê de hebin jî diafirîne. Bi vî awayî, berê têgeha helbestê, bi têgehên vezîn û prozodîyê ve girêdayîbû. (Prozodî, lihevhatina kiteya helbestê û noteya mûzîkê ye) Ev jî tê maneya ku helbest û mûzîk ji heman kokê tên. Hew, dema ku meriv ji alîyê teşeyê ve binêre, helbest, bi rîtîma xwe ya nêzîkî mûzîkê û ji ber ku zimanekî di nav ahenga deng de ye, ji sehîtîyê cihê dibe.1

Li gor referansên jor, meriv dikare li pênaseya helbestê gelek tiştan zêde bike. Helbest, ew cureya edebîyatê ye ku bi peyvên bijarte yên ku bi anîna wan a cem hev; reng, deng û wateyên cihê cihê derdikeve holê. Bi nêrîneke din jî avahîyeke ne ji rêzê ye; him ji alîyê deng ve û him ji ji alîyê ruh ve bi peyvên neqandî lêkirina avahîyeke derasayî ye. Ji ber ku ev avahîya peyvan bi ciwankarîyê tê xemilandin, bi metafor û hêmayan tê fesilandin û di her nêrînekê de rengek, di her serîyekî de fikrek û di her dilekî de jî hestekê tev radike, rîya wergerê gelekî asteng dike.

Helbest, cureyeke pirdeng û piralî ye. Giranîya xwe him dide ser naverokê û him jî dide ser formê. Çawa helbesta ku hew ji wateyê pêk tê kêm be, ya ku hew ji formê jî pêk tê kêm e. Ji ber vê, helbestvan divê di risteyên xwe de bêjeyan wek notayên muzîkeke klasîk bi kar bîne û muzîka helbestê derxe holê û bi xwe bide guhdarîkirin. Octavio Paz, li ser helbestê wiha dibêje: “Helbest, ew heyber e ku helbestvan, ji zimên, rîtîm, bawerî û hingofên civakekê dikeve rê û wê dixe formekê û difesilîne.”2Dema ku em bala xwe didin sembolîstan kirasekî din li helbestê kirine, lewre helbest, li cem sembolîstan, mûzîkeke bêdeng e. Ji ber về Mehmet Kaplan gotîye, nûnerê về rêbazê Valery, dema ku helbesta tekûz bi nav kirîye, “son et sens” yanî gotîye, helbest ji deng û wateyê pêk tê.3 Ev fikr û ramanên li ser helbestê di rêbaza sembolîzmê de xwe bi vî awayî daye der. Li gorî sembolîstan, helbest ne bi fikr û ramanan, bi bêjeyan tê nivîsandin û xîtabî hestan dike. Nûnerên wê yên navdar jî helbestvanên fransî yên wek Mallarme, Valery, Baudelaire û helbestvanê Emerîkî Edgar Allan Poe ye. Di edebîyata tirkî de jî, helbestvanên wek Ahmet Haşim û Yahya Kemal xwe bi kirasê rê û rêbaza sembolîzmê girtine. Bi derketina rêbaza sembolîzmê re, wergera helbestê, ketîye heyameke nû û li astengîyên pir mezin qelibîye.

Bi kurtayî dema ku em bala xwe bidin van pênase û agahîyên derhegê helbestê de, meriv têdigihêje bê sînorê helbestê çiqasî fireh e û bê ji bo çi ewqas nîqaş û dubendî li ser wergera wê çêdibin. Tiştê herî balkêş jî, kesên ku bi wergerandina helbestê ne bawer in û wergera wê ne pejirandine jî, xwe negirtine û helbest wergerandine. Di edebîyata tirkî de kesên wek Cahit Sitkı Tarancı mînakên girîng in. Li gor ew qasnîqaş, astengî û teşqeleyan, dîsa jî, bi çi mebestê helbest tê wergerandin?

Armanca Wergerê

Di bingeha armanca wergerê de xwestina naskirin û fêmkirina yên din heye. Werger bi xwe xwesteka gihiştina zanist û agahîyên din e. Meriv bi hêsanî dikare bibêje ku werger berî nivîsê derketîye. Ji ber ku werger ne bi tenê bi nivîsê tê kirin, di dinyaya çand, edebîyat û zanistê de wergera ewil û ya herî pir, bi zimanê devkî hatîye kirin. Bi zanebûn an ji bi nezanî bi sedemên rêwîtî, koçberî, bazirganî, mêtinkari, şer û hwd. dastan, çîrok û gotinên pêşîyan li gelek deverên dinyayê bi awayekî devkî belav bûne û hatine wergerandin.

Kesên ku bi zanebûn û bi dilekî rast dibêjin ji temelê xwe helbest ge wergerandin, bi xwe helbestvan in, li ser vê gotin û baweriya xwe jî, ji bo çi helbestvanan ji dev wergera helbestê bernedane û bị xwe helbest wergerandine. Orhan Veli Kanık li ser về mijarê wiha dibêje: “Helbest, dixwaze bila bê wergerandin yan jî bila neyê wergerandin, dema ku helbestvanek bixwaze wek helbestvanên welatekî din bibihîze, tiştên ku ew difikirin, bifikire û şêwazên wan bi kar bîne, dibîne ku derfetên bi wergerê dikevin destên wî bi tu awayên din nakevin destên wî.” 4 Li gor vê tespîta Orhan Veli, meriv dikare bibêje ku di her şert û mercî de, ji wergera helbestê tê îstîfadekirin.

Ne gengaz e ku her kes hînî zimanên dinyayề gişî bibe. Dema ku werger tunebûya wê edebîyata dinyayê ne di asta îro de bûya, berovań rewşa îro, wê pir xirab û lawaz bûya. Bi xêra wergerê wêjehez ûu xwiner, derfeta xwendina berhemên giranbuha yên edebîyata dinyayê bị dest dixin. Bi về wesîleyê di nava însan, çand û welatan de danûstandin çêdibe û edebîyata dinyayê geş dibe û dewlemendtir dibe. Gelek helbestvan û romannûs û nivîskar bi xêra berhemên ku hatine wergerandin dewla xwe ya wêjeyê tije kirine û bingeha xwe ya rewşenbîrîyê xurt kirine. Ji ewil de helbest hatîye wergerandin û xwînerên dinyayê, bi xêra wergerê, Homeros, Vergîlîus, Dante, Heyyam, Fîrdewsî, Hafiz, Shakespeare û hwd. xwendine, ew naskirine û ji wan hez kirine. Ku em ji kokê ve fikra newergerandina helbestê biparêzin jî, dîsa helbest hatine wergerandin û bi rêya wergerê jî be, gelek helbest ji alîyê xwînerên gelek zimanan ve hatine hezkirin. Di vê xalê de, hewce ye ku meriv wiha bibêje: Helbesteke hêja ya ku hatîye wergerandin, ji eslê xwe yê zimane ku jêderketîye bi dûr bikeve jî, ji ber ku xwedîyê alîyekî efsûnî ye, jî tesîrekê li ser xwînerên xwe dihêle. Ev rewşa ku bi awayekî ereni ser navê edebîyatê derdikeve holê, dîsa jî hewcedarîya wergera helbeste nîşanî me dide.

Sabahattin Eyüboğlu, li ser werger û edebîyata gelan tespîteke bi vi rengî dike: “ Rastîyeke ecêb jî ew e ku, di dîroka helbesta neteweyan de, dewrên ku di wan de herî pir werger hatîye kirin, dewrên herî berhemdar û pêşketî ne.”5 Lewre, di van deman de ku werger pir tên kirin, ast û pîleya helbesta dinyayê tê pîvandin û bi wê re tesîreke erênî û mezin li feraset û çêja helbesta netewî çêdibe. Mesela, edebîyata tirkî bi wergerên helbestên helbestvanên dinyayê yên navdar fireh bûye û bi pêş de cûye. Dema ku helbestvanên tirk ên wek Ahmet Haşim û Yahya Kemal, helbestên fransî nexwendibana, helbestên sembolîst nedinivîsandin û tesîreke mezin li edebîyata tirkî nedikirin. Ji bilî Cahit Sitkı, kesên wek Can Yücel, Orhan Veli, Ahmet Muhip Dranas, Vasfi Mahir Kocatürk, Sabahattin Eyüboğlu û hwd. helbestvanên navdar ên dinyayê wergerandine û edebîyata tirkî bi van wergeran geş kirine. Edebîyata kurdî ya zaravayê kurmancî, ji alîyề wergerê ve pêşde neçûye û hîna di valahîyeke mezin heye vî warî de. Lê meriv dikare, ji bo edebîyata kurdîya zaravayê soranî, behsa pêşketineke bi rêya wergerê bike. Lewre Ferhad Shakely, di berhema xwe ya li ser çîroka kurdî de, derketina çîroka kurdi bi edebîyata Ewropayê ve girêdide. Shakely, dibêje, çîrok, bi rêya wergerê, ne tenê ketîye edebîyata kurdî, tesîreke mezin li yên rojhilata pavîn gişî kirîye. Piştre Shakely, cih dide gotina Marûf Xeznedar a li ser werger û edebîyata kurdî, ku wiha gotîye: “Dema ku piştî Şerê Cîhanê về yekemîn, çîroka kurdî ya ewil hate nivîsandin, ew tecrubeya nivîskarên kurd tunebû, çavkanîya wan, bi taybetî jî li Kurdistana Başûr, cîrokên ku bi tirkî hatibûn nivîsandin û wergerên çîrokên ku ji zimanên ewropî yên ku bi zimanê tirkî hatine wergerandin bûn.”6 Meriv dikare heman tesîrê ji bo helbestê jî bibêje; lewre helbestvanên edebîyata kurdî yên zaravayê soranî û kurmancî jî bi rêya wergerên helbestan ên bi zimanê erebî, tirkî û farisî edebîyata cîranên xwe û dinya nas kirine û îstîfadeyeke mezin ji wan dîtine.

Wergera Helbestê

Gelo helbest tê wergerandin yan na? Astengîyên wergera zimanê helbestê çi ne? Em ê li ser pirsên bi vî rengî bisekinin. Li ser werge-ra helbestê Jean Cocteau wiha gotîye: “Helbest wernagere zimanekî din, heta wernagere zimanê xwe jî.”7 Jean Cocteaû, bi sekneke teqez u eşkere gotîye, ji dev zimanekî din berde, helbest, bi zimanê ku pê hatiye nivîsandin jî nayê gotin û nayê wergerandin. Cemal Süreya ji Di heman şiklî ev fikra Cocteau pejirandîye. Di cureyên edebîyatê, yênwek foman, çîrok, şano û pexşan e, tiştê girîng ê ku divê meriv bide ber çavé xwe, di serî de negilkirina naverokê ye. Di van cureyan de bi gelemperî naverok wateyê/peyamê dihundirîne, ji ber vê jî di wergera wan de, li gor helbestê, meriv li astengîyên mezin rast nayê. Ji ber ku zimanê roman û çîrokan, zimanê rojane ye, yekî ku bi herdu zimanan baş zanibe, bi hêsanî dikare di navbera wan de wergerê bike û barkirina naverokê(wate) pêk bîne. Lewre zimanê helbestê têkel, nexalî, herzeg (tiştê ku bêserûber û rêkûpêkî tê de nîn e) û kompleks e, ji bilî naverokê, helbest giranîya xwe dide ser formê. Hetta Terry Eagleton li ser vî alîyê helbestê serê xwe pir êşandîye. Li gor Eagleton form, ji taybetmendîyên wek lerzeya dengê helbestê, rîtîm, vegotin, hêza deng, pivan, lezayî, xîtap, raçînk, avayî, rengê deng, rêza peyvan, perdeya deng, ku humerén ik hêla nerînê, xalbendî û hwd. pêk tê; naverok jî ji wate, rêza bûyeran, karakter, fikir, çîrok, vîzyona sincî û hwd. pêk tê.8 Bị van helbest ji cureyên din ên edebîyatê cihê dibe û wergera wê jî bi zehmet dibe. Dema ku di wergera helbestê de armanc neqilkirina naverokê bûya pirsgirêk tunebû, wek cureyên din wê bihata wergerandin û li ser wergera wê nîqaş û dubendîyên mezin dê derneketana, lê di helbesta de form dikeve dewrê û form ji naverokê gelekî girîngtir e, hetta li gor hin teorîsyen û helbestvanan di helbestê de mebesta sereke ne naverok e, form e. Bi rêya wergerê, forma di zimanê çavkanî de ne gengaz e ku bi zimanekî din bê dayîn. Helbesta ku tê wergerandin ne pêkan e ku forma wê neyê guhertin, li ser vê rewşê helbesta ku forma wê, şekil û şemala wê bê guhertin naveroka wê jî tê guhertin û li ser esasê zimanê xwe yê çavkanîyê namîne. Lewre li ser vê rewşê Terry Eagleton, xalên girîng destnîşan dike: “Bi rastî jî, di helbestê de, form, ne bi tenê watêyê neqil dike, hilberînerê wê ye jî.”9 Piştî van tespîtên li ser helbestê, meriv dikare bibêje bi wergerê re helbest tê guhertin û dibe yeka din. Ji ber về helbesta ku hatîye wergerandin dibe ku ji zimanê çavkanîyê xerabtir be jî û dibe ku baştir be jî, lewre ev bi behremendîya wergêr ve girêdayî ye. Jixwe kesên ku pêkana wergera helbestê qebûl dikin, bi ruh û feraseteke nuh, ji serî de lêkirina wê jî destnîşan dikin.

Dema ku em bala xwe didine wergerên helbestan, em dibînin ew bi gelemperî peyv bi peyv hatine wergerandin. Meriv dibêje qey kesên wergêr ferheng danîne ber xwe û werger kirine. Di wergera helbestê de wergera peyv bi peyv ruhê helbestê dikuje. Dema ku wergêr, hew bi çavekî li naveroka helbestê binere ûu ji têgeh û lêkera wergerê neqilkirina wate û peyamê fahm bike, dikeve xefkê. Jixwe helbesta nûjen ji hêma û metaforan pêk tê. Xwendina wê jî, ne ji bo wê yekê ye ku meriv hîni tiştekî bibe. Çawa, dema ku meriv li muzîkeke klasîk guhdar dike û çêjê jê distîne, xwendina helbesta nûjen jî bi heman armancê divê bê kirin.

Dema xwîner bixwaze hînî tiştekî bibe yan jî bera dû peyamekê bide, divê roman, çîrok yan jî pexşanê bixwîne, lê helbest bi heman nêrîn û awayî nayê xwendin. Dema ku ji Hilmi Yavuz ev pirsa; “Helbest, ji bo we pirsgirêkeke ziman e ya pirsgirêkeke wateyê ye?” tê pirsîn, Hilmi Yavuz wiha dibersivîne: “Kesên ku zewqa wan a helbestê bi pêş de neketibe û ji alîyê ecibandina helbestê ve negihîştibin asteke bilind, dema ku helbestekê dixwînin, tenê ji alîyê wateyê ve lê dinerin û dinirxînin. Lê kesên ku ecibandina wan kemilîbe û xwedî çêj û çeşneke hunerî bin, wek hunerên din li helbestê jî dinêrin û helbestê ne wek pirsgirêkeke semantik, wê wek pirsgirêkeke estetîk dibînin. Bêguman ez nabêjim helbest, divê bê wate be’di helbestê de wate heye lễ di kûr de ye; diyê belbest bê kolandin û ev wate bê derxistin, berê jî min gotibû şûnwarnasîyeke helbestê heye.”10

Şert û Mercên Wergera Helbestê

Her çiqas em bibêjin helbest nayê wergerandin û li ser vê fikrê bin ji, dema ku wergêr helbestvan be, behremendîya wergera helbestê pêre hebe û şert û mercên wergerê bîne cih, dikare ji helbesta zimanê çavkanîyê helbesteke nû ava bike û dîyarîyê edebîyata zimanê armancê bike. Berî her tiştî wergêr xwînerek e, dûre tiştê ku ji xwendinê fahm dike, bi zimanê wergerê lêdike û şîrove dike. Ji ber về wergêr him xwîner e û him jî wek nivîskar tê qebûlkirin; ji bo wergera helbestê kar û navê wergêr tê guhertin, meriv dikare ‘helbestvanê/a wergêr’ bi nav bike. Îro di edebîyata kurdî de, Kawa Nemir, him “helbestvan” e û him ji “helbestvanê wergêr” e. Li ser wergera helbestê Kawa Nemir wiha dibêje: “Ez behs dikim ku karê wergerandina helbestan karê helbestkarên wergêr bixwe ye, lewma her ew in, ên ku ji kesên din baştir dikarin teql, newa, mûzîk, wate û kûrayîyên din ên helbestekê fahm bikin û veguhêzîne zimanê xwe yê zikmakî.’’11 Jixwe, dema ku em bala xwe didinê, bi gelemperî helbestvan wergera helbestan dikin. Jixwe, him di edebîyata dinyay e, him di edebîyata tirkan de û him jî di ya kurdan nelbest bi awayekî serkeftî, ji alîyê helbestvanan ve hatîye wergerandin. Di edebîyata dinyayê de Mallarme ji bo ku helbestên Edgar Allen Poe, ji zimanê wî bixwîne û wergerîne, fêrî zimanê îngilîzî bûye, di edebîyata tirkan de, ji Can Yücel bigirin heta Orhan Veli, Cahit Sıtkı û gelek helbestvanên navdar, wergera helbestê kirine. Di edebîyata kurdan de jî, ji bo zaravayê kurmancî ku em bibêjin; Fêrîkê Ûsiv, ji zimanê rûsi û ermenî, Kawa Nemir, ji zimanê îngilîzî û helbestvanên wek Lal Lales, Îrfan Amîda û Dost Çîyayî jî, ji zimanê tirkî helbest wergerandine kurdi. Di berhema xwe ya Okuma Biçimleri (Şêweyên Xwendinê)yê de Hilmi Yavuz12, piştî ku ji bo wergera bi zimanể tirkî helbestên ku zimane wan guncaw e, pêşnîyazî helbestvanê wergêr dike, wiha dibêje: “Wergera Orhan Veli ya helbesta bi navê Les Yeuxs d’Elsa (Çavên Elsayê) ya Aragon, şahesereke wergerê ye. Helbesta “Çavên Elsayê” ji 10 çarinan pêk tê, lê Orhan Veli, ji van 10 çarînan 5 heb tenê wergerandine. Orhan Veli, dest nedaye çarînên din, yên rêza 4, 5, 6, 7 û 8an. Veli, ji be fêhm kirîye, rewşa wergera van çarînan ji bo tirkî ne guncaw e û ditive ku bi ser neketîye, dest nedaye wan. Belkî ji ber vê helwest û hilbijartina Orhan Veli wergereke têkûz derketîye holê.” Di vir de, tê fahmkirin kn her helbest û helbestvan (heta her helbesta wî jî) wernagere her zimaní. Helbestvanê wergêr divê analîz û lêkolîneke baş bike û kîjan helbesta ku zimanê wê, ji bo zimanê wî yê wergerê guncaw e, wê wergerîne.

Wergereke Çawa?

Dema ku me pênaseya wergerê kir, bi kurtayî me got, di navbera du zimanan de neqilkirina peyamê ye. Dema ku mijar dibe wergera helbestê bazar tê guhertin û di navbera gelek helbestvan, nivîskar û wergêran de nîqaşên mezin, cihê cihê û li dijî hev derdikevin holê. Her metnekî edebî bi feraset û nerînekê tê nivîsandin, ji bo ku analîzeke rast bê kirin, divê wergêr xwedîyê têgihîştineke xurt be. Wergêrên ku hew serî li ferhengan didin û wergeran dikin, nikarin berhemeke serkeftî derxînin holê. Ji bilî ferhengan, wergêr divê serî li çavkanîyên din jî bide. Her metnek di şert û mercên ziman, zeman, erdnîgarî, çand û dîrokekê de difesile û dikemile; wergêr divê karibe di ziman, zeman, erdnîgarı, çand û dîrokeke din de, wê ji nû ve şîrove bike û bîne zimên. Wergêr, divê nivîskarê ku wê berhemên wî wergerîne baş nas bike; fikr û raman û dinyaya hestên wî, çavkanîyên ku xwe vedixwe û tevger û jîyana wî baş bizanibe, ji ber ku ev jî di wergerê de cihekî girîng digirin.

Herçî çû barê ku li wergerê hatîye kirin giran bû û di erdnîgarîya edebîyatê de rêyeke xweser vekir; pistre jî mîna çemekî ku dizane wê biherike kîjan zeryayê herikî. Berê li wergerê wek karekî ku tenê bi zimên tế kirin dihat nihêrîn û li wergêr jî bi çavekî wek kesê ku peyvan ji zimanekî neqlî zimanekî din dike dihat nihêrîn. Herçî çû, kar û xebatên wergerê firehtir bû û hate dîtin bê tesîreke çawa mezin û erênî li edebîyatê dike. Li ser về jî, êdî bi çavekî çandî û edebî li wergerê hate nihêrîn; nav û dengê wergêr jî hate guhertin û bû kesê ku vediguhezîne û ji sêrî de dinivisîne.

Lewre her nivîskar, xwedîyê şêwazeke nivîsê û zimanekî hunerî ye. Nivîskar li gor taybetmendîyên zimanê xwe yê zikmakî û hunerî, metafor û hêmayan bi kar tîne di nivîsên xwe de û zimanê xwe yê edebî wan lê dike û difesilîne.

Me li jor jî bi lêv kir, werger, ne karekî tenê bi zimên ve girêdayî ye, êdî bûye karekî çandî û edebî jî. Helbestkar yan jî niviskar, helbest û berhema xwe di şert û mercên zemên û derdoreke din û civakekê de ku bi zimanekî din diaxive û difikire, dinivîse. Ji ber vê, ji bilî astengî û pirsgirêkên zimên, ên ku ji çand û civakê jî derdikevin, roleke girîng dilîzin di karê wergerê de.

Çend Mînak ji Wergerên Helbestên Zimanê Tirkî

Em ê li jêr, mînakeke wergera risteyên helbesteke Hicri İzgören ku ji alîyê Lal Laleş û Yaqob Tilermenî ve hatîye wergerandin,13 parve bikin.

(Helbesta Zimanê Çavkanî)

Bir yanı yorgundur hep

Eleğini asmamışların

Kabarır durur kanları

Cemre olup düşerler toprağıma

(Helbesta Zimanê Armanc)

Hêleke wan betilîye tim

En girêka xwe bị paş nexistine

Her û her dikele xwîna wan

Dibin cemre û dikevin xaka min

Risteya ewil di çerçoveya rêbaza “Peyv bi peyv” de hatiye wergerandin. Di risteya duyem de, biwêja tirkî“ununu eleyip, eleğini asmak,”ji bo kesên ku tu armanc û xebatên wan ên girîng û ferz nemabin tê bi karanîn. Helbestvan Hicri İzgören di risteya duyem de ji vê biwêjê istifade kirîye. Wergêran, ev biwêja tirkî bi rêbaza hemtayîtîyê ku Vinay û Derbelnet bi kar anîne, wergerandine kurdî; ji bo ku dewsa wê bigire û wateya wê bide, biwêja“girêka xwe bi paş xist” bi kar anîne. Di risteya sêyem a zimanê çavkanîyê de, peyva “kabarmak” di tirkî de, ji bo tiştên ku hecma wan pir dibe tê bikaranîn. Peyva kabarmak’ di dewsa peyvên wek; ‘pişpişîn’, ‘hilhatin’, ‘poxpoxîn’, ‘zêdebûn’, ‘zifirîn’s hwd14. digire, lê wergêran, li gor rêbaza “neql-guhezî” ji bo dewsa pewa “kabarmak” a ku zimanê çavkanî ye, peyva ‘kelandinê’ ya ku zimanê armanc e, hilbijartine. Risteya çarem jî li gor rêbaza “peyv bi peyv” hatiye wergerandin.

Li jêr, em ê mînakekî ji wergera risteyên Murathan Mungan, ku ji alîyê Lal Laleş û Îrfan Amîda ve hatîye wergerandin,15 bidin.

(Helbesta Zimanê Çavkanî)

Bir kadını kadın yapan

Biraz da elleridir

Göğünde sağnağı olmayan bir kadın

Bir gergefe parmak düşürebilir mi hiç?

Hangi hüzne kiracı durur akşam balkonlarında

Hangi saksının suyunu verebilir sahiden

Kadife perdelere uzanıp kalmış eli

Kuşlar akşama erişmeden

(Helbesta Zimanê Armanc)

Tiştê ku jinekê dike jin

Hinekî jî desten wê ne

Jineke ku li esmanê wê reşebarana wê tunebe

Dê qet bikaribe tilîya xwe bixe tarikekê?

Ji kijan xemgînîyê re dibe kirêdar li şaneşînên êvarê

Bera jî dikare ava kîjan gulê bidê

Dirêjî perdeyên qedife bûye û maye destê wê

Berî ku çivîk xwe bigihînin êvarê

Di van risteyên jor de, ji bili risteya şeşem, giş li gor rêbaza “Peyv bi peyv”(motemot) hatine wergerandin. Risteya şeşem “hangi saksının anu verebilir sahiden”, di zimanê armanc de, bi awayê “bera jî dikare ava kijan gulê bidê” hatîye wergerandin. Di về risteyê de hew li dewsa peyva “saksı”yê, peyva “gul”ê hatîye bikaranîn. Wergêran ev riste jî li gor rêbaza “cihguhertinê” (transposition) hinekî cihê wê guhertine û wergerandine.

Em ê li jêr, li ser wergera risteyên helbesteke Metin Kaygalak, ku ji aliyê Dost Çîyayî ve hatîye wergerandin,16 bisekinin.

(Helbesta Zimanê Çavkanî)

Suları yorumladım, telaşlı bir tutkuyla geldim bir

Nehrin kendine döküldüğü yere. Çocuktum

Çünkü unutulmuş her çocuk gibi eksik,

Ah, unutulmuş her çocuk gibi, nezir.

(Helbesta Zimanê Armanc)

Min av şîrove kirin, bi bengîtîyeke bitelaş hatim

Cihê ku robarek lê dirijîya xwe. Zarok bûm lewre

Wekî her zaroktîyeke jibîrbûyî kêm,

Ax, wekî her zaroktîyê jibîrbûyî, cangorî.

Rêbaza “Peyv bi peyv’ê herî pir ji bo zimanên ku ji heman malbatê ne tê bikaranîn. Zimanê kurdî û yê tirkî ne ji heman malbatê ne, lê dîsa ji herî pir bi rêbaza “Peyv bi peyv” (motemot)ê hatîye bikaranîn. Dost Çiyayî jî, berhema Metin Kaygalak, bi rêbazên wek “Peyv bi Peyv” û “cihgirtinê” wergerandîye. Çîyayî, risteya yekem û duyem bi về rêbazê, ya sêyem û çarem jî bi rêbaza “cihguhertinê” wergerandîye. Lewre di risteya sêyem û çarem de, Çîyayî li dewsa peyva “çocuk” a zimanê çavkanî, peyva “zaroktî” û li dewsa peyva “nezîr” jî peyva “cangorî” bi karanîye.

Di tirkî de wergerên Can Yücel, pir serkeftî tên dîtin. Can Yücel, bi şêwaza xwe ya wergerê ji wergêrên din tê veqetandin. Can Yücel, her helbest û helbestvanî bi bêje û şêwaza xwe werdigerîne. Dema miroy wergerên wî dixwîne, Ji Louis Aragon bêhna Aragon nayê, ji Baudelaire bêhna Baudelaire nayê, ji Bertolt Brecht jî bêhna Bertolt Brecht nayê; ji gişa bêhna Can Yücel tê. Can Yücel, ji bilî zimên, wan ji kok û çanda wan qut dike û werdigerîne. Em dixwazin, li jêr mînakekê ji wergera helbesta Louis Aragon17 rayê we bidin.

Söz güya kucaktan kucağa bir orta malı

Oysa viran dağların Köroğlu’su Ayvaz’ı

Tutuk dili bi yol bülbül kesilince

Rüzgarda savrulan bir boz yele misali

Hep aynı türküdür çağırdığı yol boyunca

Hasan ağaya sığırtmaç bir Ali Veli

Koyun kuzu hatır sayıp otlamaktan cayalı

Li jêr mînakeke din heye ji helbesta W.A. Auden18 ku ew jî ji alîyê Can Yücel ve hatîye wergerandin. Di về wergerê de jî Can Yücel, helbestên xwe çawa nivîsîye, werger jî wiha kirîye. Yücel, helbesta Auden, bi peyvên çanda tirkî yên wek ſkemençe’ û ‘Çiftetelli’ wergerandîye. Ji bilî van peyvan cihên wek ‘Küçüksu’ û ‘Çamlıca’ jî pir bi hêsanî û dilrehetî di wergera helbesta Auden de bi kar anîye.

Aç kurtlar gibi ulur mu dersin

Bando gibi gümbürder mi yoksa,

Taklit edebilir misin istesen kemençe de,

Ne dersin pîyanoda çalınsa;

Çiftetelli gibi coşturur mu herkesî

Bir hal oldum çardakların altında

Küçüksu’ya baktım, orada da yok,

Boşuna çıktım Çamlıca’ya

Encam

Dema ku em wegerên helbestên yê Can yucelî dixînin, ku helbetvanekî  serkeftî yê wergerê tê qebûlkirin, dibînin ku bi wergerê helbest tế guhertin û dibe helbesteke din. Em dibînin ku Can Yücel, bi riva wergerê helbest ji sêrî de nivîsîye. Jixwe, dema ku em wek Gülten Akınê bibêjin: “her helbestek qîrînek e”, em ê çawa pêkana wergera qîrînekê biparêzin? Yan jî ku em wek Cemal Süreya bibêjîn, “her helbest, helbestvanê xwe bi xwe ye” em ê çawa karibin helbestvên bi xwe wergerînin. Helbesta ku ji zimanekî koçberî zimanekî din dibe, ne bi tenê ziman û zemên, reng û deng, erdnîgarî, kîşwêr, xwe û xwînerên wê tên guhertin, ruhê wê jî tê guhertin. Bi gotina Mallarme ku em bibêjin, “helbest, ne bi fikir û ramanan, bi bêjeyan tê nivîsandin.”19 Ji ber vê bi wergerê bêje tên guhertin; bi guherîna bêjeyan jî ruh tê guhertin û êdî ew dibe helbestekî din.

Lê dîsa jî ku em bibêjin; ji kokê, wergera helbestê ne pêkan e û bi rêya wergerê, êdî ew helbest, dibe helbesteke din jî, bê werger dê helbesta dinyayê qop û kêm bimana. Çawa cureyên edebîyatê yên wek roman, çîrok, şano û pexşan bi xêra wergerê dewlemend bûne û pêş ketine, bi heman şiklî helbestê jî bi xêra wergerê sînorê xwe fireh kirîye; re u rêbaz, form û şêwaz, îmge û metaforên nû li her derê belav kirîye û xwe hertim ji sêrî de vejandîye.

Mixabin ji ber sedemên sîyasî ku ne hewce ye li vir em behsa wan bikin, edebîyata kurdî heman îstîfade ji wergerê nestandîye, bi gotineke din ji bîra edebîyata dinyayê têra xwe av venexwarîye û tîbûna xwe neşikandîye. Ji bo edebîyata kurdî, bi taybetî jî ji bo ya kurdî ya kurmancî, meriv bi hêsanî dikare bibêje, him ji alîyê roman, çîrok û teorîyê û him jî ji alîyê helbestê ve di warê wergerê de valahîyeke pir mezin heye.

Dema ku em berhemên helbestan ên ku nû derdikevin dixwînin; li reng, deng, hêma û metaforeke nû rast nayên, giş wek îmîtasyonên helbestvanên nifsê nodî dixuyin. Li ser edebîyata kurdî ya klasîk Abdurrahman Adak dibêje; piştî ku edebîyata kurdî ya kurmancî di sedsala hivdehan de damezirîna xwe temam dike, di sedsalên hijdeh û nozdehan de, yani heta dawîya mîrektîyan, bi heman şêweyê rêça xwe dişopîne 20yanî berhemên ku di sedsalên hijdehan û nozdehan de derketine, berhemên helbestvanên sedsalên şanzdehan û nozdehan, ên wek Melayê Ciziri, Feqîyê Teyran û Ehmedê Xanî derbas nekirine, li ser vê jî wan dûbare kirine. Ji bo helbesta kurdî ya kurmancîyê meriv dikare bibêje, dirok xwe tekrar dike, lewre tesbîteke bi vî rengî meriv dikare ji bo helbesta kurmancî ya nûjen a îro jî bike. Bêguman di salên nodî de helbesta kurdîya kurmancî hilpekîneke mezin pêk anîye. Helbestvanên nifşê kovara Rewşenê ku hin kes jî “Nifşê Nodî” qebûl dikin; ên wek Rênas Jiyan, Îrfan Amîda, Kawa Nemir, Çîya Mazî, Lal Laleş, Dost Çîyayî û hwd. Bi gelemperî bi tesîra helbestvanên nifşê kovara Tîrêjê û bi tesîra destpêka şer re şîyarbûn û geşbûna hest û ramanên welatparêzî, helbesta kurmancî ji nû ve vejandin. Li ser nifşê kovara Rewşenê, Îrfan Amîda, pişti ku dibêje, “bi rastî jî helbestên về dewrê, helbesta kurdî ya nûjen dan destpêkirin”, wiha dewam dike: “Helbestvanên kurd, di vê dewrê de, belkî jî bi bertekên neteweyî giringîyeke taybet dane kurdî û hewil dane ku bikaranîna derfetên zimên, zimanekî helbestê yê ku bi hêmayên nûjen û metaforan bilind dibe, ava bikin. Ger bi derfetên zimanê kurdî yên deng û mûzîkî, ger bi pirbûna hêma û metaforan avakirina rabitayên nû yên di navbera gelek peyvên ku li ber jibîrkirinê bûn, zimanekî nû yê helbestê afirandin.”21 Meriv dixwîne û dibîne, nifşê Rewşenê gelek tişt li nifşê Tîrêjê zêde kirine, lê mixabin, helbestvanên ku piştî nifşê Rewşenê derketin û heta îro, yanî helbestvanên kurdîya kurmancî yên sedsala bîst û yekemîn, tu tişt li nifşê Rewşenê û li helbesta kurmancî zêde nekirin. Helbestên ku tên nivîsandin, ji alîyê îmge, metafor, form û naverokê ve pir dişibin helbestên salên nodî û hetta wan dubare dikin. Ji ber vê sedemê jî dema ku meriy helbestên ku nû derdikevin dixwîne, meriv çêjeke wêjeyî ji wan nastîne û hesteke wek ku meriv berê gelek caran wan xwendine didin mirov. Ji bo ku helbesta kurdî ya kurmancî ji vê rewşa statik û ku patînajê derkeve, divê helbestvanên ku

nû dinivîsînin, nerîna xwe fireh bikin, helbesta dinyayê ya deverên cihê cihê bixwînin û bera dû îmge, metafor û şêwazên nâû bidin. Bêguman ev ji, hew bi rêya wergerê pêkan e.

Jêrnot

1.Büyük Larousse, Weş.Gelişim, İstabul, r.11076

2.Octavio Paz, Çamurdan Doğanlar, Wer. Kemal Atakan, Weş. Can, Stenbol, 2008, r. 7

3. Mehmet Kaplan, Şiir Tahlilleri, Weş. İstanbul, 2008, r. 96

4.Orhan Veli Kanık, Fransız Şiir Antolojisi, Weş. Varlık, İstanbul, 1947

5.Can Yücel, Her Boydan: Dünya Şiirinden Seçmeler, Weşanên Türkiye iş bankasi, İstanbul, 2011, r. 2

6.Ferhad Shakely, Modern Kürt Öykü Sanatı, Weş. Avesta, Stenbol, 1998, r. 24

7.Cemal Süreya, h.b.r.210

8.Terry Eagleton, Şiir Nasıl Okunur, Wer. Kaya Genç, Weş. Agora, Stenbol, 2011, r.105

9.Terry Eagleton, h.b. r.107

10 .Hilmi Yavûz, Şiir Henüz, Weş. Est Non, Stenbol, 1999, r.54-55

11. Kawa Nemir, Hevpeyvîn, Çirûsk, h. 22, Amed, 2014

12.Hilmi Yavuz, Okuma Biçimleri, Weş. Timaş, İstanbul, 2010, r. 125

13.Hicri İzgören, Yağmursuz Wer. Lal Laleş û Yaqob Tilermeni, Weş. Lis, Amed, 2005,r. 62-63

14.Zana Farqînî, Türkçe Kürtçe Sözlük, Enstîtuya Kurdî, Stenbol 2000, r. 625

15.Murathan Mungan, Yılan Yastığı, Wer. Lal Laleş û Îrfan Amîda, Lîs, Amed, 2007, rr. 126-127

16.Metin Kaygalak, Yüzümdeki Kuyu, Wer. Dost Çiyayî, Weş. Avesta, Amed, 2005, r. 21

17.Can Yücel, Her Boydan, Dünya Şiirinden Seçmeler, Weş. Türkiye İş Bankası. İstanbul, 2011, r. 1

18.Can Yücel, h.b. r.9

19.Hilmi Yavuz, h.b. r. 22

20.Abdurrahman Adak, Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, Weş. Nûbihar, Stenbol, 2013, r. 243

21. Irfan Amîda, “Çağdaş Kürt Şiirinin Kavnakları”, Amd., Vecdi Erbay, Inatçi Bir Bahar, weş. Ayrıntı, Stenbol, 2012, r. 533

Çavkanî

Paz, Octavio, Çamurdan Doğanlar, wer. Kemal Atakan, Weşanên Can, Stenbol, 2008

Süreya, Cemal, Şapkam Dolu Çiçekle, Weşanên YKY, Stenbol, 2014

Büyük Larousse: Weşanên Gelişim

Kaplan, Mehmet, Şiir Tahlilleri, Weşanên Dergah, Stenbol, 2008

Kanık, Orhan Veli, Fransız Şiir Antolojisi, Weşanên Varlık, Stenbol, 1947

Yücel, Can: Her Boydan, Dünya Şirinden Seçmeler, Weşanên Türkîye İş BankaSı, Stenbol, 2011

Shakely, Ferhad, Modern Kürt Oykü Sanatı, Weşanên Avesta, Stenbol, 2011

Eagleton, Terry, Şiür Nasıl Okunur, Wer. Kaya Genç, Weşanên Agora, Stenbol, 2011

Yavuz, Hilmi, Şiir, Henüz…Weşanên Est-Non, Stenbol, 1999

Okuma Biçimleri, Weşanên Timaş, Stenbol, 2010

Nemir, Kawa, Hevpeyvîn, Kovara Çirûsk, Amed, 2014

İzgören, Hicri, Yağmursuz (Bêbaran) Wer. Lal Laleş û Yaqob Tilermenî, Weşanên Lîs, Amed, 2005

Farqînî, Zana, Türkçe-Kürtçe Sözlük, Weşanên Enstituya Kurdî, Stenbol, 1992

Mungan, Murathan, Yılan Yastığı (Balgîfa Mar), Wer. Lal Laleş û Îrfan Amîda, Weşanên Lîs, Amed, 2007

Kaygalak, Metin, Yüzümdeki Kuyu (Bîra Rûyê Min), Wer. Dost Çiyayî, Weşanên Avesta, Stenbol, 2005

Adak, Abdurrahman, Destpêka Edebîyata Kurdî ya Klasîk, Weş. Nûbihar, Stenbol, 2013

Amda, Irfan, “Çağdaş Kürt Şiirinin Kaynaklar”, Amadekar: Vecdi Erbay, Inatçi Bir

Bahar, Weş. Ayrıntı, Stenbol, 2012

Leave a Reply

Discover more from WER-GER HÊZ E...

Subscribe now to keep reading and get access to the full archive.

Continue reading