Leyla û Mecnûn



Navê Resen :
Navê Kurdî:
Leyla û Mecnûn
Nivîskar:
Nizamiyê Genceyî
Wergêr:
M. Xalid Sadînî
Zimanê Resen:
Farisî
Zimanê Jêder:
Farisî
Weşanxane:
Nûbihar
Çap:
1
SalaÇapê:
2025
Cihê Çapê:
Stembol
Rûpel:
528
ISBN:
9786256605770
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Nizamiyê Genceyî (1140-1208) li bajarê Genceyê hatiye dinê û li wir wefat kiriye. Gence, paytexta dewleta Kurdên Şedadî bûye. Nizamî, di Leyla û Mecnûna xwe de dayika xwe wek Kurd dide nasandin.

Nizamî, zanayê felsefeya Îslamî û Yûnanî û ‘irfana Îranî ye. Navê Nizamî û berhemên wî, bi cografyaya Îran û Rojhelata Navîn ve sînordar nemaye û gehiştiye çarkenarên cîhanê. Di edebiyata Farsî de, berî Nizamî gelek kesan çîrok vehûnane; lê di vehûnana çîrokan de ta niha kes negihîştiye payeya wî ya bilind. Hunera vehûnana çîrokan ji aliyê Nizamî ve tesîr li ser hemû edebiyata gelên Rojhelata Navîn kiriye. Di dû Nizamî re bi dehan kesî bi zimanê Farisî, Tirkî, Kurdî… xwestine wekî wî çîrokan vehûnin, lê dîsa kes negihîştiye asta wî. Ji nava 5 pirtûkên wî, Xosrew û Şîrîn û Leyla û Mecnûn ji yên din bitesîrtir bûne. Ev her du pirtûk bi gelek zimanan hatine wergerandin û bûne mijarên fîlm û şanoyan. Bi Kurdî jî, çi bi Kurmancî çi bi Goranî, hinek şairên me rêça Nizamî girtine û ev herdu berhemên wî, yan wergerandine yan jî adapte kirine.

Perwîz Cîhanî jî, pêşî Xosrew û Şîrîna Nizamî wergerandibû, vê carê jî Leyla û Mecnûn wergerandiye. Cîhanî, bi awayekî afirînerî û hunerane wergera xwe kiriye; neketiye pey wergerandina qalikê peyvan; wî kakilê çîrokan bi kirasê Kurdî xemilandiye. Wergera xwe bi wezna heceyî hûnaye. Xebata wî ya li ser Leyla û Mecnûnê ji 5636 beytan pêk hatiye.


Wergêr

M. Xalid Sadînî

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…