Hevpeyvîn: Ahmed Kanî
Besam Mistefa, nivîskar, wergêr ûh elbestvanekî kurd e. Di 01.12.1977an de li bajarê Hesîçe yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Lê hemû zaroktî û xortaniya xwe li Qamişlo derbas kiriye.
Besam Mistefa ku bav û kalên wî piştî beşdariya di şoreşa Şêx Seîdê Pîran de rastî sirgûnê tên û di salên 1930an de, ji Serxetê derbasî Binxetê dibin, zaroktiya xwe li gundê Cimayê yê ku bi dûriya 5 kîlometran dikeve rojhilatê bajarê Qamişloyê de, bihurandiye. Meseleya jidayikbûna wî ya li bajarê Hesîçeyê jî, vedigere wê yekê ku bavê wî karmendê banka xwînê bûye û çiku di wê demê de (salên heftêyan ji sedsala borî) banka xwînê li Qamişlo nebû û tenê li Hesîçeyê hebû, lewma ew li wir tê ser rûyê dinyayê, lê piștî wê bi demeke zû, dema banka xwînê li Qamişlo vedibe, ew tevî malbata xwe vedigere Cimayê.
Xwendina xwe ya seretayî û navendî û lîseyê li Qamişlo xilas kiriye. Paşê di fakulteya edebiyat û zanînên mirovî de, beșa wêjeya îngilîzî li zanîngeha Helebê xwendiye. Di sala 2003an de îcaza xwe ya dîploma standiye. Piştre, dora du salan li Qamişlo û gundên dora wê mamostetiya zimanê îngilizî kiriye. Di 16ê rêbendana 2006an de derbasî başûrê Kurdistanê bûye.
Nivîs û gotarên wî di gelek rojname û malperên kurdî de hatine weşandin. Besam Mistefa endamê desteya nivîskarên kovara werzî, ya bi navê Hawara Nû bû ku ji hêla Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî li Hewlêrê derdiket. Herweha Besam endamê Komîteya Birêvebir ya Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî bû. Niha, Besam endamê redaksiyona rojnameya Rûdaw, a çapa Ewropayê ye. Di sala 2011an de, Besam dest bi kurmancîkirina berhemên ji zaravê soranî kir û ji wê demê û vir ve, bi gelemperî romanên sereke yên zaravayê soranî li kurmancî werdigerîne. Besam Mistefa niha dîwaneke helbestan jî ji bo çapê amade dike. Niha Besam Mistefa li Hewlêrê dijî.
WERGERÊN WÎ
-
M, çîrok, Şêrzad Hesen, WeşanxaneyaAvesta. 2011
-
Xewna Pîrepindan, roman, Şêrzad Hesen, Weşanxaneya Avesta. 2011
-
Jineke Xinanî, roman, Şêrzad Hesen, Weşanxaneya Avesta. 2011
-
Êvara Perwaneyê, roman, Bextiyar Eli, Weşanxaneya Avesta. 2012
-
Apê min Cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir, roman, Bextiyar Elî, Weşanxaneya Avesta. 2012
-
Piyale ji bîr dikin min vexwin, helbest, Çinar Namiq, Weşanxaneya Ronahî. 2012
-
Gulên Şoran, roman, Eta Nehayî, Weşanxaneya Avesta. 2012
-
Hotêl Europe, roman, Ferhad Pîrbal, Weşanxaneya Avesta. 2012
-
Em li vir in, çîrok, Beroj Akreyî, Weşanxaneya Avesta. 2012
-
Santiago de Compostela, roman, Ferhad Pîrbal, Weşanxaneya Avesta.2013
-
Balindeyên Li Ber Bê, roman, Eta Nehayî, Weşanxaneya Avesta. 2013