Pirtûkên çîrokên “1001 Şevê”, li seranserê dinyayê di nav pirtûkan de, di beşê herî navdar de têne naskirin. Li gorî hemû serdeman, wekî berhemeke bêhempa tê naskirin û li gelek zimanan hatiye wergerandin. Ji destpêka sedsala 18an ve, li seranserê Ewropayê wergerên van çîrokan hatine kirin û belavkirin. Niha bixwe jî kitêbên van çîrokan, li her derê dinyayê têne wergerandin, çapkirin û belavkirin. Ev çîrokên navdar, bi piranî ji bo zarokan bi şêweyên cihêreng têne amadekirin û bi baldarî têne xwendin. Çîrokên 1001 Şev bûne bingeha gelek berheman. Çîrokên ‘1001 Şevê’ ji aliyê fikrî ve bandoreke mezin li dinyayê kirine, bûne kanî, bingeh û mijara gelek roman, şano, muzîk û filman. Ev berhema ku navê wê bi zimanê erebî ‘Elf LêyleweLêyle’ ye, ne diyar e ji aliyêkê ve û kengê hatiye nivîsandin. Berhemê civaka Rojhilata Navîn e. Lê eşkere ye ku xwediyê vê berhemê civaka Rojhilata Navîn e.
Çîrok, çîrvanok, destan û efsaneyên vê civatê ne. Bi demê re, li gelek herêman, guherto û şêwazên nû li wan hatine zêdekirin. Li gorî pisporan, fikra sereke ew e ku bingeha vê berhemê pirtûka Aryaniyan e ku navê wê “Hezar Efsane” ye. Dîsa fikra bingehîn ew e ku ev berhem ji aliyê nivîskarekî tenê ve nehatîye nivîsandin. Her herêm li gorî civat û felsefeya xwe hinek tişt lê zêde kirine. Danheva çîrokan di sedsala 9an de destpê kiriye û bi demê re, her herêm li gorî civat û felsefeya xwe hinek tişt lê zêde kirine.
Divê versîyona Erebî de, vegotin li gorî berjewendiya rêveberîya dewletên Îslamî ne û tê de îfadeyên kêmxistina dînên din hene. Loma divê xwendevan di vî warî de baldar bin û rewşa heyama van çîrokan baş binirxînin. Şopa çanda Kurdî di van çîrokan de diyar dibe. Yek ji çavkaniyên van rêzepirtûkan, welatê Kurdan bixwe ye û şopa çanda kurdî bi awayeke eşkere di van çîrokan de diyar dibe.
Tevî ku ev çîrok di dema me ya îroyîn de j, di nav gel de têne gotin û di şevbihêrkên berê û niha de xwediyê cihekî girîng in jî mixabin heta niha bi tevahî bi Kurdî-Kurmancî nehetibûn çapkirin. Bi saya wergera ji ‘Erebî bo Kurdî-Kurmancî’ ya Menaf Osman, ev berhem bi tevahî wekî 3 pirtûkên mezin ji aliyê Weşanxaneya Azad ve hate çapkirin.
Gerînendeya Weşanxaneya Azad Eslîxan Yildirimê derbarê berhem û wergêrê wê wiha got:
“Menaf Osmanê ku ji 30 salan zêdetir di hepsê de ma û demek berê hateberdan, beriya sala 2009ê dest bi wergera van berheman kiribû û sala 2020î qedand. Ji ber ku ev xebat di hepsê de dihat kirin, hem ji bo wergêr hem jî ji bo weşanxaneyê zehmetî zêde bûn. Pirtûk bi derengî dihatin kontrolkirin û şandin, wekî destnivîs dihatin ji me re û amadekirina wan jî pir wext distand. Pirtûka yekemîn a ku ji cildên 1, 2, 3, 4 pêk tê, me sala 2018ê çapkir. Herçî pirtûka duyemîn e û ji cildên 5, 6, 7, 8 pêk tê, me sala 2022yê çapkir. Pirtûka dawî jî ku ji cildên 9, 10, 11, 12 pêk tê, dawiya 2023yan derket û bi vî awayî, çapkirina 12 cildên berhema ‘1001 Şevê’ temam bû.” Menaf Osman werger kiriye.
Menaf Osman, bi zimanekî zelal û herikbar wergera vê berhema giranbiha kiriye û li pirtûkxaneya Kurdî zêde kiriye. Îro herkes dikare xwe bigihîne PDFyên van berheman, bêheq bixwîne yan jî li ser telefon û kompîterên xwe siwar bike.
Ji bo xwendina van berheman, lînk ev in:
