Samî Hêzil

Sami Çelîktaş di sala 1975an de li gundê Setmanîsê, yê girêdayî bajarê Wanê, ji dayik bû. Di sala 1999an de ji Beşa Ziman û Wêjeya Îngilîzî ya Zanîngeha Yûzûncû Yilê derket. Ji Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê di qada Ziman û Çanda Kurdî de bawernameya lîsansa bilind wergirt.

Di sala 2024an de bi xebata xwe ya li ser wergerana edebî ya Kurdî, ji Zanîngeha Bingolê, di Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî de nîşana doktorayê wergirt.

Sami Çelîktaş di qada ziman, wêje û çanda kurdî de xebatên xwe dimeşîne. Berhem û gotarên wî bi giştî li ser edebiyata berawirdî, mitolojî, edebiyata kurdî ya modern û wergera edebî ne. Bi mexlasa Sami Hêzîl, gelek werger, nivîs û berhemên wî çap bûne.

Berhemên Wî:

Kurte Wêjeya Kurdî, lêkolîn, Weşanên Sîtav, 2015

Lehengê Mitolojîyê, lêkolîn, Weşanên Lîs, 2021

Wergera Edebî di Kurdî de, lêkolîn, Weşanên Lîs, 2025

Wergerên Wî:

Qelaresk û Bist Helbestên Din, Edgar Allan Poe, helbest, Weşanên Bajar, 2004

Serpêhatiyên Ulysses, Charles Lamb, roman, Weşanên Lîs, 2010

Prensê Bextewar, Oscar Wilde, kurteçîrok, Weşanên Sîtav, 2015

Sînematografî, Blain Brown, sînemayê, Weşanên Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, 2016

Belgefilm, Erik Barnouw, sînemayê, Weşanên Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, 2016

Hotel Dinya, Ali Smith, Lîs, 2020

Newaya Deryavanê Dêrîn, Lîs, 2023

Hobbit, J.R.R Tolkien, Lîs, 2023

Vîdeo