Eşkerabûna Yekem Teksta Kurdî/Kurmancî ya Wergerê di Dîroka Pexşana Kurdî da-(1857)



GOTINEK

Çawa ku aşkera ye kurdan weke piranîya miletên derdorê, bi helbestê dest bi nivisandina edebiyatê kiriye, lewma şikl û cureyê pexşanê ji derengtir li nav kurdan peyda bûye. Diroka wergêranê ya bi şiklê pexşanê ji her li wê sedsalê vedigere ku pexşana kurdî tê de hatiye nivisandin. Ji ber hindê, eger di nav diroka pexşanê da çi qasî girîngiya bîyava wergêranê hebe, bi taybeti ew rojhilatnasen ku di vi barî da rol hebûne û nexasim jî wergerana tekstên kurdî ji bo zimanên bîyani, bi wî qasî giringîya wergêrana ji zimanên din bo ser zimanê kurdî jî heye. Di vê biwarê da edebiyata goranî, pêşenga wergêranê ye ji zimanên din bo ser zimanê kurdî bi şêweyê helbestkî. Pişt wê, di sedsala 19an de ekola kurmanci dibe pêşeng bi saya Aleksandar Jabayê konsolosê Rûs ê li Erziromê û bi serperesti û arikarîya Mela Mehmûdê Bazîdi, yekemin esasa wergêrana edebi ji zimanekî din bo kurdî bi şêweyê pexşan tê danîn. Ew wergêran, di carçoveya parçeya helbesteke û serborîyeke kurt da nebûye; belkû ew heyet bi planeke xurt gelek berheman ji wendabûnê rizgar dikin û dibin binaxeyek jî ji bo wergêrana wan tekstên bo zimanên frensî û rûsî ku Jaba hinek ji wan berheman ku bi arîkarîya Bazîdî kom kiribûn, ji bo frensî werdigerine.

Di nav wê heyetê de zêdetir navê Mela Mehmûdê Bazîdi tê behskirin ku roleke wi ya mezin hebûye di komkirin û nivisandina wan berheman da, heta di wergerandina hinek berhemên ji farisî bo kurdi da her navê wî tê, lê kêmtir navê Mela Mûsayê Hekari derbas dibe ku bi rasti Hekarî, di nav wê heyetê de dibe yekem wergêr û pirtûka wî jî dibe pêseng an jî pirtûka yekem a wergêrana berhema edebî ya ji farisî bo kurdîya kurmancî bi şêweyê pexşanê.

 lê kêmtir navê Mela Mûsayê Hekari derbas dibe ku bi rasti Hekarî, di nav wê heyetê de dibe yekem wergêr û pirtûka wî jî dibe pêşeng an jî pirtûka yekem a wergêrana berhema edebî ya ji farisî bo kurdîya kurmancî bi şêweyê pexşanê.

Ew destxet piştî derbasbûna zêdetiri 160 salan, ji bo cara yekem e ku tê lêkolînkirin û bi elfabaya erebî ya Başûrê Kurdistanê, her weha bi elfabaya latîni tê capkirin. Giringiya wê, ji xênci aşkerabûna yekem teksta kurdîya kurmancî ya wergêranê ye di dîroka pexşana kurdî da; herweha bi sedan peyv û derbirîn di nav wê tekstê da hene ku ji bo nivîsîna niha ya kurmancî gelekî giring in, bi taybeti ji
bo asta morfoloji û hevoksaziyê em dikarin gelek mifa jê wergirin.

Ger çi, ev berhem wergêrana hemi çirokan nîne, çunke xuya ye ku hinek çîrok Hekarî bi xwe lê zêde kiribin yan ji jêderê din wergirtibin û xistibin nav pirtûka xwe, lê bingeheke zelal û rewana nivisîna bi kurdî ye û xwiner hest dike ku ev cîrok ji berê da bi kurdî bûne, ew qasî bi kurdîyeke xwemalî û zelal hatine nivisin.

Ji xênci peydakirina 9 nusxeyên cuda ji berhema resen a bi zimanê farisî û berawirdkirina wan a li gel destxetên kurdî; karê me yê di amadekirin û lêkolîna destxet de nivîsandina lêkolîneke
kurt ji li xwe digire ji bo şîroveya naverok û aliyên teknîki yên van cirokan, hinek caran jî ji ber egera peyv û axaftinan ji bo xwinerên niha giran bûbin û fêmkirina wan zehmet bûbe, me hem di dipnotê
da û hem ji di dawiyê da ferhengok ji bo wan peyvan amade kiriye. Bêguman eger di 150 sal berê da tenê hatibe gotin ku ev destxet Mela Mûsayê Hekarî wergerandîye, bê ku navê niviskarê sereke û zimanê sereke hatibe gotin, di vê pirtûkê da û di encama lêkolînê da navê nivîser û pirtûkê sereke bi zimanê farisî hate ditin, ku nimûneyên wêneyên destxetên farisî û yên kurdî jî me xistine pirtûke.

di vê pirtûkê da û di encama lêkolînê da navê nivîser û pirtûkê sereke bi zimanê farisî hate ditin, ku nimûneyên wêneyên destxetên farisî û yên kurdî jî me xistine pirtûke.

Elbet di xwendina her destxeteke kevin da em rasti hinek astengiyan tên, bi taybeti pisti borîna zêdetir ji 100 salan gelek peyv niha nayên  bikaranîn an jî ew peyv in ku koka wan ji zimanên derdorê ne. Ji ber hindê ev destxeta ku bi kurdîya kurmancî ye, ji bo kesekî wek min zehmet bû ji ber ku devoka dîya min kurdîya navendî (soranî) ye. Lê bi arikarîya mamosteyê hêja birêz Dr. Yaşar KAPLAN, ku pirtûk gelekî bi hûrgilî xwend û editoriya wê kir û gelek gelek şaşî ji bo min sererast kirin. Ger ew nebûya ev berhem wisa nediket ber destan. Ez geleki spasîya wî dikim, Xwedê nimûneyên weke wî di nav me da zêde bike. Her wiha; pêwîst e ku ez spasiya birêz mamoste Zahir ERTEKIN jî bikim ku bi wesîleya wî min ew destxeta Durrû’ I-Mecalisa Hekarî cara ewilî dît.

Em hêvîdar in ku bi çapbûna vê berhemê ya bi tipên latinî, ew dê wek yekem an pêşenga wergêrên kurmanci ya edebî di nav dîroka pexşana kurdi da cihê xwe bigire û ew dê bibe derfetek ji bo dîtin û peydakirina berhem û destxetên din jî û tehewilek jî di nav diroka edebîyata kurdî da (bi helbest û pexşanê ve) bê rojevê û hemû ew berhemên ku Jaba û rojhlatnasên din kom kirine bêne çapkirin û valahîyeke dîyar tijî bikin di diroka pexşan û lêkolîna kurdî da.

Êdi ji me hemîyan hereket û ji Xwedayê mîrê mezin jî bereket!

Hêmin Omar
29.06.2022
Çewlîg


PÊŞEKÎ

Bêguman dîroka nivîsandina bi kurdî, berawird bi miletên din re di nav kurdan de dereng peyda bûye, beşekê ji wan kesên ku diroknivisên kurdî bûne rojhilatnas in. Weke mileteki Misilman ê nav rojhilatê, dîroka zanist û zanyariya kurdan hindik hatîye nivisin, bi taybet ewên ku bi zimanê kurdî hatine nivîsandin. Çunke ji bo mudeteke zêde zimanê erebi, farisi û tirki li ser zimanê kurdi desthelatdar bûne. Di  bîyav da di nav edebîyata kurmanci da, piştî Melay Cizirî û Ehmedê Xanî, beseke zêde ya destxetên kurdî bi arkarîya Mela Mehmûdê Bazidi ji layê Aleksander Jaba ve di nîvê duyem ê sedsala 19an da careke din hatine nivîsandin. Di nav wan destxetan da navê kesekî bi nav Mela Mûsayê Hekarî derbas dibe, ku pirtûka Durru l-Mecalis ji farisi wergerandiye. Ew pirtûk 58 cîrokan di nav xwe da dihewine. Çîrok jî cur bi cur in; ji çîrokên dînî heta bi yên dîrokî û efsaneyî û herêmî li xwe girtine. Bi devokeke rêk zelal a Hekarîyê hatine wergerandin.

Di nav wan destxetan da navê kesekî bi nav Mela Mûsayê Hekarî derbas dibe, ku pirtûka Durru l-Mecalis ji farisi wergerandiye. Ew pirtûk 58 cîrokan di nav xwe da dihewine. Çîrok jî cur bi cur in; ji çîrokên dînî heta bi yên dîrokî û efsaneyî û herêmî li xwe girtine. Bi devokeke rêk zelal a Hekarîyê hatine wergerandin.

Ji xênci amadekirina van her 58 çîrokan a bi elfabaya latînî, me di vê lêkolîna kurt de çîrok ji çend aliyan ve şirove kirine, lêkolîn derheqê wan da kirîye. Lêkolin, ji çend binbeş û sernavan pêk tê; sereta destxet hatîye nasandin, piştre bi kurtasî Jaba û Mela Mûsayê Hekarî hatine nasandin, îcar çavkanîya sereke ya destxeta farisî hatîye nasandin û lêkolin li ser pêkhatên destxetê hatiye kirin ku her yek ji sernavên cîrokan e, destpêka çîrokan wek bingehekî teknîkî hatîye şîrovekirin. Di gel wê çendê jî 10 cureyên destpêkê hatine tespîtkirin û piştre li ser dawîya çîrokan hatiye rawestan ku ji alîyê teknîkî ve xwedî giringîyeke taybet in û di vê bîyavê de jî 9 şêweyên cuda yên dawîya çîrokan bi mînakan hatine tesbîtkirin. Di bin beşa dawîyê da ji behsa jêderên naveroka çîrokan hatîye kirin, ku her yek ji Qur’ana pîroz in a diroka islamî û diroka gelên derdorê ji bi hemî şax û cûreyên xwe ve di nav wan de cih digirin

Hêmin Omar


ENCAM


Di kurteya vê lêkolînê da em gihiştin çend encaman, wek;

-Pirtûka Durrû’I-Mecalisa ku Mela Mûsayê Hekarî wergerandiye ser kurmancî, ew weke wergêr û niviserê beşa farisî yê Aleksandar Jabayî bûye, lê destxeta hîkayetan bi destên Mela Mehmûdê Bazîdî hatîye nivîsin û mimkûn e dema nivisandina pirtûkê ku sala 1857an a mîladi bûye, wê çaxê Mela Mûsa li heyatê bûbe.


-Ger ci navê nivîserê pirtûkê nehatîye nivisandin, lê piştî lêkolînê em gihiştin wê encamê ku Durrû’l Mecalîs bi zimanê farisî, ji layê Muzefer Nûbiharî ve hatîye nivisandin û Mela Mûsayê Hekarî ji beşek ji wan çîrokan wergerandîye ser kurdîya kurmancî.


Ev werger, di gel kar û xebatên Mela Mehmûdê Bazîdi yên wergêrê, dibin yêkemin wergerên çîrokan di diroka edebîyata kurdî/kurmancî da.


– Destxet ji 58 hîkayetan pêk tê û mijarên wan jî cur bi cur in; ji çîrokên pêxemberan ta bigihîje çîrokên efsaneyî û çîrokên xelîfeyan û dîroka derdorê di nav xwe da dihewînin.


– Sernav yan navûnîşan, bi tenê di çîroka yekem da hatiye nivisandin ku gotîye “Hikayeta Bersîs”
, yên din hemû hejmar ji bo wan hatîye danîn.


– Destpêk weke bingehekî giring a çîroka folklorî û çîroka niviskî gelekî giring e. Di van hîkayetan jî gelek giring hatîye temaşakirin ku di piranîya çîrokan da bi şikl û şêweyên cuda cuda derîyê hîkayetan hatiye vekirin û hinekan bi jêderên rîwayetan dest pê kirîye û hinekên din jî bi cureyê dirokan û di hinekan jî de yekser dest bi behsa bûyerê kirîye.


– Dawîya hîkayetan ji bingeheki sîret û ibretan izah dike ku di dawîya piraniya hikayetan da, bi derbirina “Da tu bizan?” wek destpêkan bi çend hevokan dawî li wan anîye û mebest û meqsedên çirok di wir de kurt kirîye. Di hinekan da jî, bi tenê derbirina “Wesselam” anîye û çend cîrok ji bi meram û armanc û xulaseyan dawî li wan anîye ku di lêkolinê da me ew şêwaz destinîşan kirine.

– Jêderên naverokên hîkayetan cur bi cur in; hinek yekser ji Qur’ana Pîroz û çîrokên pêxemberan hatine wergirtin û hinekê din jî xurafî ne û bi navê Qur’an derbas dibin. Lê tu eslê wan nîne û hinek jî jêderên wan dîroka Îslamî, dîroka derdorê û dîroka xelife û sultanan in û di hemîyan jî de mebest nîşandana sîret û îbretan hebûye.

– Mela Mûsa, bi devoka Hekarê çîrok vegêrane. Ew ziman û asta peyvsazi û hevoksazîyê ji bo kurmancîya niha dibe jêdereke bas, bi taybetî ji layê ferheng û pêkhateye hevok û derbirînan ve.

Hêmin Omar

*Ev nivîs ji destpêka kitêba Durrûl Mecalîs hatiye standin.

Leave a Reply

Discover more from WER-GER HÊZ E...

Subscribe now to keep reading and get access to the full archive.

Continue reading