
Helbestkar, werger, niviskar û editor. Di 29’é Gulana sala 1974’an de li Idirê ji dayik bû. Li Zankoya Hacettepeya Enqereyê û li Zankoya Stenbole, Ziman û Wêjeya Ingilizi xwend. Pişti wê, di para Ziman û Wêjeya Yewnanîya Kevin a heman zankoyê de, du salan xwend. Edîtoriya kovara mehane ya bị navê Jiyana Rewşen a çandi, hunerî û wêjeyî kir, di pey re ji, editoriya kovara Rewşen-Nameyê.
Di sala 2003’yan de, weşanxaneyeke bi navê Bajar damezirand. Wî heta roja îro birrek helbestkar, çîroknûs, romannûs û şanonûsên bijarte yên ji wêje û şanoya Ingiliz, Emerikan, Irlandî û Tirk kirine malê zimanê Kurdi.
Bi tenê ji ingilizi bo Kurdi ji 5000’î zêdetir helbest wergerandiye Kurmancî. Di Avrêla sala 2010’an de, ji ber keda wî ya salan a ku di ber zimanê Kurdî de daye û berhemên ku bo zimanê Kurdî wergerandiye, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Kawa Nemir hêjayì Xelata Zimên a Feqî Huseyn Saxniç dît. Niha di Weşanxaneya Lîsê de wekî edîtorê rêza Romana Kurdî, Helbesta Kurdî, Klasíkên Kurdî û Klasîkên Cîhanê bi xebatên xwe berdewam e.
BERHEMÊN WÎ,
Wergerên Wî
- Gilgamêş û Çend Mythosên Din, mîtolojî, werger, Jiyana Rewşen, 2000
- Mirin Niqutî Dilê Firokevanekî Irlandi, William Butler Yeats, helbest, werger, Sî, 2002
- Pêşengno! Lo Pêşengno!, Walt Whitman, helbest, werger, Bajar, 2004
- Welatê Beji û Deh Koroyên “The Rock”ê, T. S. Eliot, helbest, werger, Bajar, 2004
- Ji Çin û Maçînê + Hemû Berhemên Helbestî yên T. E. Hulme, Ezra Pound & T. E. Hulme, helbest, werger, Bajar, 2005
- Sisli Şehir, Jan Dost, roman, werger, Beybûn, 2006
- Pûşpera Gêlazan / Kirazların Haziranı, Mehmet Çetin, helbest, wergera wê li gel Lal Laleş, Lis, 2008
- Diyarbekir El Sallıyor/Diyarbekir Dest Li Ba Dike/Diyarbekir is Waving Its Hands, Şeyhmus Diken, danasîna bajêr, wergera wê ya bo Kurdî û Îngilizî, Lîs & Şarevaniya Sûrê ya Amedê, 2011
- Naûm Faîq, nivîsên wî yên di kovara Beth-Nahrînê de, wergera wê ya bo Kurdi, Lis & Şarevaniya Sûrê ya Amedê, 2011
- Taxa Filla, Migirdîç Margosyan, wergera wê ya bo Kurdî, Lîs & Şarevaniya Sûrê ya Amedê, 2011
- Ev nameya min e ji Cîhanê re, Emily Dickinson, helbest, werger, Lîs, 2011
- Piling, William Blake, şi’r, 2013
- Xewna şeveke havîne, William Shakespeare, şanoname, 2013
- Hamlet, William Shakespeare, şanoname, 2013
- Erdên Bihuştê yên Winda, Yavuz Ekinci, roman, 2013
- Tramwaya Viyanê, Tennessee Williams, şanoname, 2013
- Bartlebyeê Nivîsevan, Herman Melville, novel, 2014
- Siwarên rej ji pişta behran hatin, Stephan Crane, şi’r, 2014
- Şeweyên Dîtînê, John Berger, huner, 2015
- Stranên evînî, Sara Teasdale, ş’ir, 2015
- Pen Li Seyrangehê, Raşel Meseri, kitêba zarokan, 2015
- Kelogirî, Murat Özyaşar, kurteçîrok, li gel Selamî Esen, 2019
- Romeo û Juliet, William Shakespeare, şanoname, 2021
- The Complete Sonnets of William Shakespeare / Sercem Soneyên William Shakespeare, şi’r, 2021
- Macbeth, William Shakespeare, şanoname, 2021
- Bazirganê Venedîkê, William Shakespeare, şanoname, 2021
- Collected Poems of James Joyce / Sercem Sirên James Joyce, şi’r, 2022
Ş’ir:
- Selpakfiroş, helbest, Rewşen-Name, 2003
- Bişenga Deşta Dûr, 2006
- Salname, helbest, 2009
- Bêdengi O Tistên Din, 2012
- Kevirên Bendewariyê, 2015
- Morana Gerdûnê, Bayê Labûtê, haîkû, 2017
- Soneyên Sewdaser, sone, 2019
- Peyvên Biçûk, 2021
Kurteçîrok:
- Çavdêriyên Barbarekî, kurteçîrok, Lîs, 2011