Macbeth


Navê Resen :
Macbeth
Navê Kurdî:
Macbeth
Nivîskar:
William Shakespeare
Wergêr:
Kawa Nemir
Zimanê Resen:
Îngilîzî
Zimanê Jêder:
Îngilîzî
Weşanxane:
Avesta
Çap:
1
Sala Çapê:
2021
Cihê Çapê:
Stenbol
Rûpel:
200
ISBN:
9786257253284
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Jêderka tracidiya Macbeth ew e ku bi xwe pê dizane bê ka xwe çi qasî ji nirxên rewiştî bi dûr ketiye, tûşî tracidiya her kuştineke xwe dibe, ku ew pê de pê de li ser rêka nepakiyê dike, û riya xwe dikudîne. Macbeth, berevajî tiştê ku pêşkêşî wî kirine, çav berdide textê yekî din, tîne bi kiryarên xwe yên xwînî vê yekê pêk bîne û wisa jî bi xwe xîmên tracidiya xwe datîne.

            Û ev hevoka li jêrê hatî, bi raya min, kurteya tevayiya vê şanonameyê ye heçku:     

 

            “… çu zixtek nîne

            Ku min bide zorê wekî ez mebesta xwe pêk bînim, ji bilî

            Azweriya min a ku ez rabime ser zîn, …”

           

Berfîn Zenderlîoğlu


<strong>Wergêr</strong><br>
Wergêr

Kawa Nemir

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…