Hamlet




Navê Resen :
Hamlet
Navê Kurdî:
Hamlet
Nivîskar:
William Shakespeare
Wergêr:
Kawa Nemir
Zimanê Resen:
Ingilîsî
Zimanê Jêder:
Ingilîsî
Weşanxane:
Lîs
Çap:
1
Sala Çapê:
2013
Cihê Çapê:
Enqere
Rûpel:
272
ISBN:
9786054497614
Kirîn:
PIRTUKA KURDÎ

Rave


Hamlet, yek ji girîngtirîn şanonameyên cîhanê û yên William Shakespeareê şanonûs, helbestkar û ekterê Îngilîz, li jêr rêza pirtûkan a bi navê Şano, Hemû Lîstikên Wî, li dû xebata Kawa Nemir a bi salan, wekî yek ji parçeyên hemû berhemên William Shakespeare û berhema pêşîn a vê rêzê hate weşandin, ku dê bi dû re, di nava demeke nêzîk de, şanonameyên Shakespeare ên bi navê Xewna Şeveke Havînê û Romeo û Juliet jî bêne weşandin, di pey wan re jî, Othello û Macbeth.

William Shakespeareê helbestkar, şanoger, şanonûs û ekterê Îngilîz ê mezin, di 23’yê Avrêla 1564’an de, li Îngilistanê, li Warwickshireê, li Stratford-upon-Avonê ji dayîk bûye. Ew di 26’ê Avrêlê de jî hatiye mohrkirin (waftîzkirin) û di 23’yê Avrêla 1616’an de, li ciyê xwe yê jidayîkbûnê miriye.

Shakespeare yek ji mezintirîn helbestkar û şanonûsên dîroka wêje û şanoya cîhanê ye. Bi dehan qerekter û pêlewanên ku wî bi şanonameyên xwe afirandine, ji hemû serdeman re bûne çavkanî. Soneyên wî yên ku helbestên dildarî û hezkirinê ne, yên ku bi wergera Kawa Nemir, di sala 2010’an de, ji aliyê Lîsê ve bi Îngilîzî-Kurdî hatin weşandin, hê jî kêm helbest hene hatibin nivîsandin û di ser wan re bin.

35 jê şanoname, yek jê Hemû Sone, ku ji 154 soneyan pêk tê û 4 jê helbestên dirêj, Shakespeare 40 berhem nivîsîne, ku her yek jê klasîk e.


Wergêr

Kawa Nemir

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…

Leave a Reply