Navê Resen : Love songs |
| Navê Kurdî: Stranên Evînî |
| Nivîskar: Sara Teasdale |
| Wergêr: Kawa Nemir |
| Zimanê Resen: Ingilîsî |
| Zimanê Jêder: Ingilîsî |
| Weşanxane: Lîs |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2015 |
| Cihê Çapê: Dîyarbekir |
| Rûpel: |
| ISBN: 9786059014540 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Stranen Evini
“Ti yek ji van muzikjenen peyvan hunera xwe betiri Sara Teasdalee bi awayeki yekpare u newadar pek neaniye, ya ku te heye di nava wan tevan de behredartirin stranbej e. Bi sadetiya gotin u şewaza xwe ve, hema bibeje digihije asta efsune; benden we yen ku bi pirrani kitek mecaz ji di wan de nine, ji helbesteke bi kinayeyen şox u şeng ve, bi diruvpexistinen lap rengin ve dagirti diltezintir in.”
- Louis Untermeyer, 1919
72 helbesten Sara Teasdalee edi bi Kurdi ne! Ya ku dibeje;
Pişti Evine
Edi tilism nema heye, xelas, Em weki xelke didariye dikin, Ne te sir u keramet heye bo min, xelas, Ne ji bo te heye ya min.
Tu ba buyi, ez ji derya- Rewnaq çu nema, xelas, Dile min sar bu her weki berma Li rex perave, xelas.
Le tevi ku bern hevişandi ye ji bagere, Med u cezir nagihine we heza xwe, Berm di xwe de dikele betiri behre, Digel hemu aramiya xwe.
*****
Sara Teasdale: Jibîrbûyî û Agirê Zindî
Sara(h) Teasdale, li St. Louisa Missouriyê, di 8’ê Gelawêja 1884’an de ji dayîk bû. Bavê wê John Warren Teasdale di bajêr de karsazekî naskirî bû. Dayîka wê Mary Elizabeth Willard Teasdale û bavê wê kesên bervekirî û du Baptîstên xwedî mîrateya Pûrîtanîya dilsoz bûn. Sarayê zarokatîya xwe li dûrî bergirtîbûnê derbas kir, di nava şert û mercên “Kelepora Nazikîyê” ya wê heyamê de mezin bû.
Heta xamatîya wê navê wê yê di nava malbatê de Sadie bû. Dema ku wê cara pêşîn helbesteke xwe da çapkirin, h’ya navê xwe avêt, navê wê ji wir ve ye wekî Sara kete binê qeftê.
Wê heta neh salîya xwe perwerdehîya xwe ya seretayî di malê de wergirt. Paşê, li St. Louisê, di dibistaneke keçan de, ya ku kalikê T. S. Eliotê helbestkarê mezin damezirandibû, dest bi xwendinê kir. Sara Teasdale mirîya pirtûkan bû; wê gelek helbestkarên mezin di nava demeke berwext de nas kirin. Heweskareke xwezayê, hûrnêreke hestên xwe bû. Zêde narîn û hesttenik bû, gava ku dinya li sêrî dihate hev, destê xwe ji derdora xwe dişûşt. Tesîba bavê xwe dikişand, lewma jî di evînê de bi ser nediket. Hewîna wê nedihat ku mêrek jê re bigota, “na”. Demekê, ew jî ji dûr ve, wê ji helbestkarê bi navê Vachel Lindsay hez kir. Di 1914’an de bi Ernst B. Filsinger re mêr kir, lê piştî kurtedemekê hev du berdan. Bi derbasbûna salan re hizra xwekuştinê û mirinê wekî nexweşîyekê pê re peyda bû.
Fêr bû ku wê çawa dezgînên hestên xwe di seqaya bedew a aram de di destên xwe de bigirta. Destûra Pûrîtanîyê ya pakî û nepakîyê û çêjwergirtina ku wê ji serekanîyên cîhana Pûrîtan û Yewnan girt hiştin ku Sara helbesteke xwedî paşxaneyeke dewlemend biafirîne. Wê gernameya hestên xwe kire helbest, bû dilbend ji kêlîyên dilê xwe yê nemir re. Profîla helbesta wê ji risteyên zarokane dest pê dike, diçe ta dahûrandinên têkel û cîyawaz. Bi wî awayî, gelekî balkêş e, helbesta Sara Teasdaleê helbesteke bi wî çendî firawan e ku pirekê ava dike di navbera qonaxên her wekî Emily Dickinson û Christina Rossettiyê û destpêka sedsala 20. de. Sara Teasdalea ku dabû ser rêya pejinkarîya Sapphoya Yewnan, di 29’ê Rêbendana 1933’yan de, li mala xwe ya li bajarê New Yorkê, bi dermanên xewê xwe kuşt.
Ev helbestkara ku îro kêm kes qala wê dikin, bi raya min, gencîneyeke veşartî ye, zêrê zer e û tevahîya berhema wê di binê erdê de maye. Ez dikarim bibêjim, ji bo min kifşeke bê payan giranbiha ye.
Berhemên Teasdaleê ev in: Soneyên bo Duseê (1907), Helena Troyî (1911), Çemên Berî Li Deryayê (1915), Stranên Evînî (1917), Pêt û Sî (1920), Tarîya Heyvê (1926), Stêrkên Îşev (1930) û Serfirazîya Seyr (1933), ku pirtûka wê ya dawî ye, gelek kes dibêjin, Sarayê di vê pirtûka xwe de pêşbînîya mirina xwe kirîye.
Pêtine agirê venemir û zindî yê helbesta Sara Teasdalea ku bi dengê xwe yê zêrîn ve ji sala 1996’an û vir ve ye timî bi min re ye, bi xêra vê guldesteyê, êdî dibe para xwînerên zimanê Kurdî jî.
Bi hêvîya ku çend risteyên Sara Teasdaleê bikaribin bi we re jî bimînin.
Kawa Nemir
29’ê Berfanbara 2014’an
Amed
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…




