Piling



Navê Resen :
The Tyger
Navê Kurdî:
Piling
Nivîskar:
William Blake
Wergêr:
Kawa Nemir
Zimanê Resen:
Ingilîsî
Zimanê Jêder:
Ingilîsî
Weşanxane:
Lîs
Çap:
1
Sala Çapê:
2013
Cihê Çapê:
Enqere
Rûpel:
136
ISBN:
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


William Blake. Helbestkar, nîgarkêş, pêşbînê mistîk, anarşîst û şoreşgerê Îngilîz ê serdema romantîk. Piştî mirina wî bi sedsalekê, di navîna 1920’an de, helbestkarî, nîgarkêşî û hunermendiya wî ya xas, piştî bêdengiyeke dûr û dirêj, ji nû ve kete rojeva cîhanê; ji wir û bi vê de ye ku sîbera dara helbesta wî û nîgarkêşiya wî fireh dibe. Blakeê ku em ji William Butler Yeats bigirin heta bi Allen Ginsberg, gelek hunermendên gewre li jêr kartêka wî mane, bi 106 helbestên xwe ve, êdî bi Kurdî ye, yê ku dibêje:

Piling

Pilingo! Pilingo! dişuxulî geşegeş

Li nava daristanên şeva reş,

Kîjan destê an jî çavê nemir

Karî aşop bike sîmetriya te ya gefxur?

Li kîjan kûrahiyên an jî esmanên dûr

Agirê çavên te dada hûrehûr?

Diwêre bi kîjan baskan bifire?

Kîjan dest diwêre êgir bigire?



Wergêr<br>
Wergêr

Kawa Nemir

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di … Continue reading Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî. … Continue reading Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê