Bartlebyê Nivîsevan


Navê Resen :
Bartleby, the Scrivener
Navê Kurdî:
Bartlebyê Nivîsevan
Nivîskar:
Herman Melville
Wergêr:
Kawa Nemir
Zimanê Resen:
Ingilîsî
Zimanê Jêder:
Ingilîsî
Weşanxane:
Lîs
Çap:
1
Sala Çapê:
2014
Cihê Çapê:
Dîyarbekir
Rûpel:
84
ISBN:
Kirîn:
PIRTUKA KURDÎ

Rave


Her wekî ku vebêjê Bartlebyê nivîsevan ê vê yek ji navdartirîn novelên wêjeya cîhanê ya Herman Melville ji sêrî ta dawîyê hest pê dike, digel dudilîyên xwe.
Bartlebyê Nivîsevan (1853), novela Herman Melville, di dîroka wêjeyê de, ya ku mirovahîyê pak dike, bûye yek ji berwexttirîn deqên rijd û qurs, yek ji mizgînberan bo şahkarên di vî warî de. 

Her wisa jî Bartlebyê Nivîsevan bere bere bûye yek ji nemirtirîn berhemên Herman Melville bi xwe, yê ku di saxîya xwe de qedr û qîmet nedîtîye, lê îro bi gelek berhemên xwe ve, bi taybetî jî bi Moby-Dicka xwe ve, nivîskarekî hemû mirovahîyê ye.
Warê bi navê werger ê ku “gulvedana gewre” ya wêjeya Kurdî ye, ji berêkê ve ber bi qonaxeke firehtir ve bi xwebexşîya gelek wergêrên Kurd ên xort û ciwan gavên hêvîbexş davêje. Ji bo Weşanxaneya Lîsê cîyê şanazîyê ye ku Bartlebyê Nivîsevan a Herman Melville jî tevî vê qonaxa dûr û dirêj dibe.

Bartlebyê Nivîsevan tevî şanzdeh xetên wênesaz Sevinç Altanê, yên ku ji bo vê wergera Kawa Nemir bi taybetî hatin çêkirin, dê bibe delîve da ku xwînerên Kurd di nava hevoksazîya Melville re raperîna bêdeng a mirovê asê bibînin û gelek tiştên din jî “bixwînin”.


Wergêr

Kawa Nemir

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…