Hemû Sonoyên William Shakespeare



Navê Resen :
The Complete Sonnets Of William Shakespeare
Navê Kurdî:
Hemû Sonoyên William Shakespeare
Nivîskar:
William Shakespeare
Wergêr:
Kawa Nemir
Zimanê Resen:
Ingilîsî
Zimanê Jêder:
Ingilîsî
Weşanxane:
Lîs
Çap:
1
Sala Çapê:
2010
Cihê Çapê:
Stenbol
Rûpel:
368
ISBN:
Kirîn:
PIRTUKA KURDÎ

Rave


The Complete Sonnets of William Shakespeare

Hemû Soneyên William Shakespeare

Ji Îngilîzî / From English by Kawa NemirWilliam Shakespeare. (1564-1616) Helbestkar, şanonûs, şanoger û lîstikvanê mezin ê Îngilîz. Dibe bê gotin, ku afirandina zimanekî ne xercê mirovekî tektenê ye, lê di peydabûn, zexmbûn û bifirêketina zimanê Îngilîzî de, ku îro ro zimanê hemû cîhanê ye, rola William Shakespeareê şikûdar ê serdema Elizabethê, para wî ya ku tu kes nikare mandel bike, bestbelî ye. Ji ber hukmê Shakespeare ê li ser bîra hemû mirovahiyê, ji ber lîstikên wî yên ku hejmara wan di ser 30’yî re ye, ji ber pêlewanên lîstikên wî yên mîna Hamlet, Macbeth, Lady Macbeth, Othello, Shylock, Romeo, Juliet, Keyser Lear, Caliban, Prospero û gelekên din, ji ber çar helbestên wî yên dirêj û ji ber 154 soneyên wî yên ku hê jî rêzeke wiha ya helbestên evînê nehatiye nivîsandin, wekî di ser wan re bin, reng e bi hêsanî bê gotin, wekî xewna helbestkarê Kurd ê mezin, Ehmedê Xanî (yê ku hema hema hevçaxê Shakespeare e), xewna wî ya ji bo Kurdî, di Îngilîzî de, bi berhemên Shakespeare pêk hatiye, Shakespeare bûye ew kes, ku ala zimanê xwe li banê gerdûnê çikandiye. Lê wê alê bi tenê ji bo Îngilîzî pêl nedaye, ew ev serê 400 salan e bûye destkeftina hemû mirovahiyê, bi riya wergerê bi para qiyametek zimanên cîhanê ketiye û hê jî bi berdewamî dikişe nava gelek zimanên din.

Xebatên ji bo pêkanîna xewna wergerandina hemû berhemên William Shakespeare bo zimanê Kurdî, zaravayê Kurmancî, li hêlekê berdewam in, lê piştî 400 salên ku di ser yekem car çapbûna Hemû Soneyên William Shakespeare re bihurîn, di dîrokê de, bo cara pêşîn, parçeyekî yekpare ji hemû berhemên William Shakespeare, Hemû Soneyên William Shakespeare, 154 soneyên wî, bi zimanê resen, bi Îngilîzî û bi Kurdî, di pirtûkekê de, bi wergera Kawa Nemir bû malê zimanê Kurdî û ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin.

Ev werger xewna wergêr e, ku di nava xebatên 16 salan re parzûn bû, li ser kêş û muzîkekê hate avakirin, li ser xatirê evîneke bo jineke esmer û fêkiyê wê yê bedewê bedewan bû diyarî bo hemû Kurdên ku evîndarên zimanê xwe ne.

Shakespeare, beriya ku sehneyên şanoya Kurdî bi Kurdî bihejîne, wê bi soneyên xwe yên evînî dilê Kurdan bihejîne.



Wergêr<br>
Wergêr

Kawa Nemir

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…

Leave a Reply