
Fexriya Adsay, nivîskar û wergêra kurd e.
Di sala 1971ê de li Dêrika Mêrdînê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Îzmîra Tirkiyê xwendiye. Lîsansa xwe li Enqerê li Zanîngeha Rojhilata Navîn ya Teknîkî di beşa dîrokê de qedandiye. Li Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê di beşa civaknasî û li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê di beşa Ziman û Wêjeya Kurdî de master kirîye. Ji Îngilîzî bo tirkî û kurdî gelek berhem wergerandine. Ji sala 2014an vir ve xwedî û edîtora kovara Zaremayê ye.
Wergaranên Wê
- Ahmadzadeh, Romana Kurdî û Nasname (A collection of articles about the Kurdish Novel), Weşanên Avesta, 2011, Stenbol.
- David Nicolle, Sefera Xaçparêzan a Sêyem 1191 (The Third Crusade 1187) Weşanên Avesta, 2014, Stenbol.
- David Nicolle, Hittîn 1187, Serfiraziya Selaheddîn ya Herî Mezin (Saladin’s Greatest Victory) Weşanên Avesta, 2014, Stenbol.
- David Nicolle, Xaçparêz û Sarezen (Crusaders and Saracens), Weşanên Avesta, 2015, Stenbol.
- Kemal Soleimanî, Îslam, Îslamîzm, Dewlet û Netewperîya Kurdî, Weşanên Avesta, 2018, Stenbol
- William Eagleton, Komara Kurdistanê ya 1946 , Weşanên Avesta, 2019, Stenbol
- Tolstoy, Gandhi, Nameyek Ji Hindûyekî Re, Weşanên Avesta, 2021, Stenbol
- Lois A. West, Neteweperweriya Feminîst, Weşanên Avesta, 2021, Stenbol
- Theodor Herzl, Dewleta Cihûyan, Weşanên Avesta, 2021, Stenbol
- Eliezer Ben-Yehuda, Meseleyeke Giring, Weşanên Avesta, 2022, Stenbol
- Golda Meir, Jiyana Min, Weşanên Avesta, 2022, Stenbol
- Mari R. Rostami, Neteweperweriya Kurdî Di Şanoyê De, Weşanên Avesta, 2022, Stenbol
- David Aberbach, Bialik Tewrad û Edebîyata Netewperwerîyê, Weşanên Avesta, 2024, Stenbol
- Yael Tamir, Çima Neteweperwerî, Weşanên Avesta, 2025, Stenbol
- Ariel Sabar, Bihuşta Bavê Min, Weşanên Avesta, 2025, Stenbol
- Kitêba Cilwe, Weşanên Avesta, 2025, Stenbol
- Albert Memmi, Dekolonîzasyon û Yên Dekolonizebûy, Weşanên Avesta, 2025, Stenbol
- David Nicolle, Selahaddîn û Serazen, Weşanên Avesta, 2025, Stenbol
- Îsmaîl Beşîkçî, Zanist – Îdeolojîya Fermî Dewlet – Demokrasî û Kêşeya Kurd, IBV, 2025, Stenbol
- Îsmaîl Beşîkçî, Zanist – Teza Dîroka Tirkan Teorîya Roj, IBV, 2025, Stenbol
https://ku.wikipedia.org/wiki/Fahriye_Adsay
Ji ingîlîzî wergeranê dike.




















