Nameyek Ji Hindûyekî Re



Navê Resen :
Navê Kurdî:
Nameyek Ji Hindûyekî Re
Nivîskar:
Tolstoy, Gandhi
Wergêr:
Fexriya Adsay
Zimanê Resen:
Ingilîsî
Zimanê Jêder:
Ingilîsî
Weşanxane:
Avesta
Çap:
1
Sala Çapê:
2020
Cihê Çapê:
Stenbol
Rûpel:
60
ISBN:
9786257253048
Kirîn:
PIRTUKA KURDÎ

Rave


Hezkirin tekane rê ye ku mirovayetiyê ji hemû nexweşiyan rizgar bike, û tekane rêbaza ku hûn pê gelê xwe ji koletiyê xilas bikin di wê de ye. Tu dibêjî ingilîzan gelê te kiriye kole û ew bi xwe ve girêdaye ji ber ku gelê te têra xwe li ber xwe nedaye û bi zor bersiv nedaye zorê. Lê rewş tam berovajî ye. Ger ingilîzan gelê Hindistanê kiribin kole, ev ji ber vê ye ku gelê Hindistanê qebûl kiriye û hê jî qebûl dike ku zor rêgeza esasî ya nîzama civakî be.

“Ger xelkê Hindistanê bi zora şidetê hatibe kolekirin, ev tenê ji ber wê ye ku ew bi xwe bi şidetê jiyane û dijîn û qaîdeya ebedî ya hezkirina di mirovayetiyê de nas nakin.”
Lev Tolstoy

Tolstoy, nivîskarekî mezin ji Rusya; Gandhi, şexsiyetekî girîng ji Hindistanê, bi rêya mektûban li ser şidet, berxwe(ne)dan, dîn, bindestî û hezkirinê… dipeyivin. Gotinên wan hê jî wek stêrkekê li esmanên Rojhilatê şewq didin.


Wergêr

Fexriya Adsay

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…

Leave a Reply