Navê Resen : |
Navê Kurdî: Rizgarkirina Hiş JI Mêtingerîyê Di Wêjaya Afrîkî De Sîyeseta Zimên |
Nivîskar: Ngûgî wa Thiong’o |
Wergêr: Fexrîya Adsay |
Zimanê Resen: Ingilîsî |
Zimanê Jêder: Ingilîsî |
Weşanxane: Lîs |
Çap: 1 |
Sala Çapê: 2018 |
Cihê Çapê: Ankara |
Rûpel: 180 |
ISBN: 978-605-81408-6-8 |
Kirîn: PIRTUKA KURDÎ |
Rave
Ev kitêb kurteyek e ji hin mijarên ku ez di bîst salên dawîn ên pratîka xwe ya di honak, şano, rexne û fêrkirina wêjeyê de bi heweseke mezin di nav de me. Ji bo kesên ku ev kitêbên min Homecoming (Vegera Malê), Writers in Politics, Barrel of a Pen û heta Detained: A Writer’s Prison Diary xwendibin, dibe ku bi wan re hesta déjà vu çêbibe. Bertekek wisa wê ji rastîyê ne dûr be. Lê ew dersên ku ev kitêb xwe dispêrê, şens da min ku hin pirsgirêkên sereke yên di wêjeyê de ku ez li vir û di berhemên berê û hevpeyvînan de qal dikim, bi awayekî bi hev girêdayî û lihevhatî bi ser hev ve bikim. Hêvîdar im di nav salan de vê berhemê ji têgihîştinên ku min ji bertekên mirovên din ên li ser van babetan —çi bi dostanî çi bi dijminî— wergirtine, sûd girtibe. Ev kitêb parçeyek e ji nîqaşa li seranserî parzemînê ya li ser qedera Afrîkayê.
Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye
Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…
Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê
Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…