Navê Resen : My Life |
Navê Kurdî: Jiyana Min |
Nivîskar: Golda Meir |
Wergêr: Fahriye Adsay |
Zimanê Resen: Ingilîsî |
Zimanê Jêder: Ingilîsî |
Weşanxane: Avesta |
Çap: 1 |
Sala Çapê: 2022 |
Cihê Çapê: Stembol |
Rûpel: 427 |
ISBN: 978-625-8383-34-8 |
Kirîn: PIRTUKA KURDÎ |
Rave
“Tenê tiştek heye ku hêvî dikim berî mirina xwe bibînim ku divê êdî gelê min muhtacî merhametê nebe.”
Golda Meir
Golda Meir siyasetmedara israîlî û çaremîn û heta niha tekane serokwezîra Israîlê (1969-1974). Li Kievê hatiye dinyayê, di 1906an de malbata wê koçî Amerîkayê kir. Di temenekî ciwan de bû endameke çalak a Partiya Sosyalîstên Siyonîst. Di 1921ê de wê û mêrê xwe koçî Filistînê kirin. Pêşî li kibbutza Merhaviayê xebitî. Ji sala 1928an heta Şerê Duyemîn ê Cîhanê di Federasyona Giştî ya Karkeran (Histadrut) de xebitî. Dema şer, wek nûnereke xurt û biryardar a doza Siyonîst derket pêş di mizakereyên bi rayedarên brîtanî yên mandaya Filistînê re. Di 1946an de bû seroka Beşa Siyasî ya Ajansa Cihûyan û ji bo anîna gelek penaberên cihû yên ewropî ku ji şer sax filitîbûn, xebitî.
Di 14ê 1948an de bû yek ji îmzekarên deklerasyona serxwebûna Israîlê. Sefîrtiya Moskowê kir, bû endama Knessetê (Parlamentoya Israîlê), wek wezîra xebatê projeyên mezin ên lêkirina xaniyan, çêkirina riyan û bicîkirina koçberan bi rê ve bir. Navbera 1956-66an de wek wezîra karên derve siyaseta Israîlê ya alîkariya bo dewletên nû yên Afrîkayê meşand. Piştî mirina Levi Eşkol a di 1969an de bû serokwezîr. Bi israr hewl da bi riya dîplomasiyê li Rojhilata Navîn peymaneke aştiyê bê dirustkirin. Di 10ê Nîsana 1974an de ji serokwezîriyê vekişiya.
Ev kitêb, ji qelema wê û bi vegotineke samimî, serpêhatiya jiyana jineke îkonîk a sedsala bîstemîn e ku jiyana xwe ji bo rizgarkirina gelê cihû û pêkanîna hêviya du hezar salan terxan kiriye. Di şexsê Golda Meir de em dibin şahidê wê pêvajoya dîrokî ya serxwebûna gelê cihû ku bi sedan salan bûbû objeya nefretê li çar aliyê dinyayê.
Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye
Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…
Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê
Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…