Komara Kurdistanê Ya 1946an



Navê Resen :
Navê Kurdî:
Komara Kurdistanê Ya 1946an
Nivîskar:
William Eagleton
Wergêr:
Fahriye Adsay
Zimanê Resen:
Zimanê Jêder:
Weşanxane:
Avesta 
Çap:
1
Sala Çapê:
2019
Cihê Çapê:
Stenbol
Rûpel:
184
ISBN:
9786052246443
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Nêzîkî 60 salî di ser nivîsîna wê re, kitêba kult a William Eagleton ku hê jî yek ji çavkaniyên herî girîng e li ser Komara Kurdistanê, êdî bi kurdî ye.

Ji bo wergera kurdî kurê nivîskar Richard Eagleton pêşgotinek nivîsandiye û wiha dibêje:
“Bavê min wê kêfxweş bibûya bi çapa nû ya kitêba xwe ya dîrokî, lê ji
ber dilnizmiya xwe ne li benda tiştekî wiha bû û ev ji bo min surprîz e ku dibînim hinek kurdên şareza yên ez nas dikim, hê jî vê kitêba li ser Komara Mahabadê ji nav gelek vegotinan de, yên kurdî jî tê de, wek a girîngtirîn dibînin. Hin hûrgilî tê de hene ku di berhemên din ên bi vî rengî de tunene û besîtbûna şêwaza nivisînê jî dike ku vegotin jidil be. Ji bo ev serpêhatî were ser “Perdeya Sînemayê” bi salan e dixwazim bibim katalîzor lê filmek tenê nikare bi eynî kûrahiyê vebêje. Her kî bixwaze vê rabirdûya esîl û trajîk bizanibe, ev kitêb wê wan ronî bike û bike ku dema niha ji bo herkesî rêya siberojeke baştir veke. Ji bo vê em deyndarê kurdan e!”
Nêzîkî 60 salî di ser nivîsîna wê re, kitêba kult a William Eagleton ku hê jî yek ji çavkaniyên herî girîng e li ser Komara Kurdistanê, êdî bi kurdî ye.


<strong>Wergêr</strong><br>
Wergêr

Fahriye Adsay

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…

Leave a Reply