Merivên Reben

  • hesenê metê

Navê Resen :
 Бедные люди, Bednye Lyudi
Navê Kurdî:
Merivên Reben
Nivîskar:
Dostoyevskî
Wergêr:
Hesenê Metê
Zimanê Resen:
Rûsî
Zimanê Jêder:
Swedî û Tirkî
Weşanxane:
Avesta
Çap:
2
Yekemîn( 1991, Stokholm)
Sala Çapê:
2020
Cihê Çapê:
Stembol
Rûpel:
176
ISBN:
978-605-2246-93-1
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Notên Edîtorê!


  • Ev pirtuk li ber wergerên swêdî û tirkî hatiye wergerandin. Ew peyiv û hevokên ku li ber van herdu wergeran li hev nekirine, li ber orîjſînala wê ya rûsî bi rûsiya Marîna Taloyanê hatine rastkirin.
  • Hesenê Metê di destpêka vê kitêbê de jiyan û felsefeya Dostoyevskî dinirxîne. Metê van nirxandinê xwe  bi bîyografîya Dostoyevskî re gav bi gav dide.  Di jiyana wî de çi bandor lê kiriye û berhemên wî çi peyaman dide. Ev tespît gelek mûhîm in. Wergerên me dikarin jê sûd wergirin.  Dîyare ku werger beyî nasîna nivîskar nikare wergerek baş bike.

Rave


Di pêşgotina kitêbê de Hesenê Metê dibêje: “Dostoyevskî yekemîn nivîskarê êş û azara jiyanê ye. Hunermend, psîkolog, humanîst û dilovan… bi van nexşan, yekî nola wî nehatiye û ne jî çûye. Bi xwe jiyaneke tahl, xizan, bi êş û nexweşî buhurandiye. Erd û asîman, cin û perî, çêyî û xirabî di jiyan û berhemên wî de li hev dipiçikin û hevdu dihûnin. Gelek rexnegir û lêkolîneran li ser Dostoyevskî pir û pir tişt gotine û nivîsandine. Ji van tiştan gelekî wan ji hev dûr û gelekî wan jî nêzîkî hev in. Ji ber vê yekê, ez ne bawer im ku bi nîgareke din û yeke din û yeke din jî meriv bikanibe ruh, raman û felsefeya wî bidine famkirin. Û ne dûrî aqilan e ku em bibêjin: Dostoyevskî bi xwe jî nîgara êvîn û oldariya xwe, dilovaniya ruhê xwe, kurahiya felsefeya xwe, nexş û hûnandina hunermendiya xwe bi lêv nekiriye û nikanibûye bike. Dibe ku ev ji bo wî jî gelekî dijwar bûye. Dostoyevskî bi xwendinê tê famkirinê, lê dijwar e ku were katkirin.”


Wergêr

Hesenê Metê

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…

Leave a Reply