| Navê Resen : Shi ge cihui li de zhongguo |
| Navê Kurdî: Çîn Bi Deh Peyvan |
| Nivîskar: Yu Hua |
| Wergêr: Yusiv Hemed |
| Zimanê Resen: Îngilîzî |
| Zimanê Jêder: Îngilîzî |
| Weşanxane: Avesta |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2022 |
| Cihê Çapê: Stenbol |
| Rûpel: 230 |
| ISBN: 978-605-2246-73-3 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Kitêba Yu Hua “Çîn bi deh peyvan” derket.
“Armanca min ew e ku ji wê jiyana rojane dest bi vêgera vegotinê bikim ku em baş pê dizanin û bi vî awayî meseleyê dirêj nekim. Jiyana rojane dibe ku sivik û rutîn xuya bike lê di heman demê gelek bûyerên dewlemend, berfireh û kartêker vedihewîne. Siyaset û dîrok, civak û çand, bîranîn û hestên mirov, daxwaz û razên wan – hemû li wir deng vedidin. Jiyana rojane daristaneke rastîn e her wekî ku qiseyeke çînî dibêje, ‘Daristan li kû kûr bibe, tu dê li wir her celeb çûkan bibînî.’
Armanca min hingê ev e ku ez galgalên bêdawî yên li ser Çînê di nava deh peyvan de bi cih bikim; çavdêrî, tehlîl û notên xwe yên şexsî di nav vegotinekê de bînim cem hev ku bi serbestî li zeman û mekanan bigerin; û dawiyê di nav tevliheviyên civakî û dijberiyên metelhişt ên Çîna hemdem re rêyekê vekim.”
Yu Hua di vê berhema xwe de bi deh peyvên wekî “gel, serok, xwendin, nivîsîn, Lu Xun, şoreş, cudahî, ewam, texlîd, xapandin”ê serboriya ecêb a welatê xwe dibêje û bi çavdêrî û tecribeyên xwe yên şexsî nîşan dide bê ka pêncî salên jiyana wî û ya Çînê di qonaxên çawa re derbas bûye. Çîn bi Deh Peyvan bi zimanê niktedan û anektodên balkêş ên yek ji nivîskarên herî navdar û jêhatî yê Çînê me vedixwîne civateke ku hinde jî ne dûrî xwendevanên kurdî ye.
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…



