Rêwîtîya Berpêyî Bêdawîtîyê


Navê Resen :
Navê Kurdî:
Rêwîtîya Berpêyî Bêdawîtîyê
Nivîskar:
Ciwan Serwer
Wergêr:
Dilawer Zeraq
Zimanê Resen:
Tirkî
Zimanê Jêder:
Tirkî
Weşanxane:
Lîs
Çap:
1
Sala Çapê:
2019
Cihê Çapê:
Enqere
Rûpel:
96
ISBN:
9786057535405
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Di vê jîyanê de, gava êş, dilkovanî, mehrûmî, keser, gilî û gazinc, serîhildan, qîrîn, eşq û sewdaserî digel hev li dar dikevin, mirin bi hemû awayên xwe xwe tîne bîra me. Çendî ku em car bi car ji bîr dikin jî, tişta ku bêdawî ye tim û tim haya me pê dixe ku em berpêyî dawîya emrê xwe diçin.

Û di vî emrê ku em tenê diqedînin de; dê ev berhem we bi hemû êş û azar û keser û mehrûmî û qîrîn û serîhildan û çîya û banî û eşq û sewdayên gelekî ku di her kêlîya xwe de bi mirinê re dijî û têkoşîna azadkirina jîyanê dide, bide hisandin; û ew ê we ji vê rêwîtîya xwe re bike heval.

“Rêwîtîya Berpêyî Bêdawîtîyê”, di vê wateyê de, berhemek e ku bi hezkirina ku bo mirovan heye, bi hêvîya ku bo azadîyê heye, bi berxwedana ku li hember zilmê heye û bi qîrîna ku bo mirinê heye hatiye stirandin.


<strong>Wergêr</strong><br>
Wergêr

Dilawer Zeraq

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di … Continue reading Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî. … Continue reading Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Leave a Reply