Dilawer Zeraq edîtor, wergêr û nivîskarê kurd e.
Zeraq di sala 1965’an de li Farqînê/Amedê ji dayîk bûye. Wî ji dibistana seretayî heta lîseyê xwendina xwe li Farqînê temam kiriye û di sala 1985’an de Zanîngeha Dîcleyê Beşa Matematîkê qedand. Di sala 1996’an de dest bi nivîsandinê kir. Di kovarên wekî Jiyana Rewşen, Rewşen Name, Kulîlka Ciwan, Kovara W, Tîroj û rojanmeya Welatê Me û Azadiya Welat de nivîsiye. Di sala 2004’an digel komek nivîskar di derxistina Kovara W de cih girt û heta hejmara 13’an edîtoriya vê kovarê kir. Di Kursa Kurdî ya Amedê de mamostetiya zaravayê kurmancî kir. Ew niha jî li Amedê dijî..
Wergerên wî:
- Ejdehayê Sêserî (ji Leyla Erbîl), Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2007.
- Jiyanê Li Îstasyonê Dest Pê Kir (ji Jaklin Çelik), Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2007.
- Mirina Li Madrîdê (ji Oya Baydar), Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2007.
- Gelaciyên Bajarê Nû (ji Müge İplikçi), Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2007.
- Şahiya Hêrsê (ji Jaklin Çelik), roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2012.
ÇAVKANÎ
https://ku.wikipedia.org/wiki/Dilawer_Zeraq