KURD-Destpêka Dîroka Etnîkî Ya Gelê Kurd



Navê Resen :
Navê Kurdî:
KURD-Destpêka Dîroka Etnîkî Ya Gelê Kurd
Nivîskar:
O.L.Vilcheviskj
Wergêr:
Ziya Avci
Zimanê Resen:
Zimanê Jêder:
Weşanxane:
Lîs 
Çap:
1
Sala Çapê:
2010
Cihê Çapê:
Rûpel:
293
ISBN:
9786055683146
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Etnografyaya Kurd ev serê sedsalekê ye bûye warekî dînamîk, ku gelek zanyarên biyanî û Kurd ên mîna Diakonoffê pisporê dîroka Medyayê, Minorskyê zanayê dîroka Kurdistanê, Bazil Nikitine, M. Emîn Zekî, Qanatê Kurdo, Turayev, Pêkolêvsky, Petrovisky, Partt û Marr gelek xebat kirine. Nivîskarê vê pirtûka bi navê Kurd, Destpêka Dîroka Etnîkî ya Gelê Kurd, O. L. Vilcheviskjyê rojhilatnas, dîroknas û etnografê bi nav û deng ê Sovyeta berê jî yek ji wan akademîsyenan e. Vilcheviskjyê ku bi Kurdî gelekî baş zanibûye, di salên Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, di dema Komara Kurd a Mahabadê de, li navçeyên kurdnişîn ên Îranê maye, wê hingê her çend hin raporên nehênî yên negatîv li ser tevgerên Kurdan ji Yekîtiya Sovyetan re nivîsîbe jî, beriya wê û piştî wê, wî bi dehan lêkolîn, pirtûk û bendên hêja li ser Kurdan nivîsîne, lewma jî girîng e di warê etnografyaya Kurd de wekî yek ji girîngtirîn kesan bê zanîn û xwendin.   

Vilcheviskj di vê xebata xwe ya akademîk de xwe dispêre gelek zanyarên navdar, ji dil û can hewil dide hinek xalên di etnografyaya Kurd de ronî bike, yên wekî jiyana aborî û civakî ya rûniştevanên berê yên welatê Kurdan, jiyana koçeriyê, riyên di hilgêrbûn û dagêrbûna wan a ji zozanan de, rola sewalvaniyê, rola kişt û kalê û dîroka eşîrên cihêreng ên Kurd.

Dîroka etnîkî ya Kurdan warek e, ku pêwîst e xebatên gelekî dûr û kûr li ser bêne kirin. Ev pirtûka ji rêza Pirtûkxaneya Eslîxan Yildirimê ji bo kesên ku bixwazin hê zêdetir li dîroka etnîkî ya gelê Kurd bikolin destpêkeke girîng e. 

O.L. Vilcheviskj – Yek ji wan rojhilatnas, zimannas, dîroknas û etnografê bi nav û deng ê Yekîtiya Sovyetê yê sedsala 20’an e. Wî di derbarê ziman, dîroka etnîkî, folklor, erdnîgarî û gelek mijarên din ên Kurd û Kurdistanê de berhemên hêja li pê xwe hiştine.

Wî zimanê Îngilîzî, Elmanî, Fransizî, Erebî, Farisî, Tirkî û Kurdî dizanibû. Ji bo ew hînî za-ravayên Kurdî bibe, her sal tev li çalakiyên folklorî yên Kurdî bûye.
Ji sala 1928’an ve, çend salan di Enstîtuya Zimanên Rojhilatê yên Zindî de, dersên zimanê Kurdî dane.

Di çûna xwe ya di sala 1931’ê de ya li Qerebaxê û nasîna wî bi Kurdên Laçînê û Kelbecarê (Komara Otonom ya Kurdistana Sor li Azerbaycana Sovyetê) re çêbûne û ew bûne bingehê xebata wî ya zanyarî.

Di sala 1934’an de, beşdarî Kongreya Kurdzaniyê ya Pêşîn ya li Êrîvanê bûye û ji bo yekîtiya zimanê Kurdî pêşniyar kirine.

Wî nimûneyên foklorî yên Kurdî, wekî nimûne, strana di der barê Bûdyonnî de berhev kirine. Ev stran di sala 1927’an de ji devê kurdekî ji Wanê hatiye girtin. Wî destana Mem û Zîna Ehmedê Xanî wergerandiye Rûsî û ew di sala 1938’an de di Berhevokê Çîrokên Gelên Rojhilatê de weşandiye.


<strong>Wergêr</strong><br>
Wergêr

Ziya Avci

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di … Continue reading Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî. … Continue reading Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Leave a Reply