Rave
Salên 40î… Îvan Denîsovîç Şûhov; gundiyekî ji Sovyetê, hosteyê dîwaran e. Şerê Dinyayê ê Duyemîn derdikeve. Artêşa Alman êrîşî Yekîtiya Sovyet kiriye. Şûhov jî diçê şer, yekîneya tê de di nava daristanekê de dişke û belav dibe. Di nav dîlketiyan de Şûhov jî heye. Tevî 4 hevalên xwe ji kampê direve, 3 ji wan tên kuştin, Şûhov û hevalekî wî xwe digihînin yekîneya xwe ya leşkerî. Çi tê serê Şûhov wê rojê tê. Qey leşkerê Artêşa sor dîl dikeve? Dîl bikeve jî ji destê Almanan xelas dibe? Û jiyana “kampên xebatê” dest pê dike. Stalîn li ser kar e. Soljenîtsîn, ji 3653 rojên îvan Denîsovîç Şûhov ên di kampên xebatê de derbas bûne û hê jî neqediyane rojek nivîsandiye. Tenê rojek. Ji ber ku li wir her roj mîna rojên din in, hemû weke hev in.
WERGEREKE Jİ EREBÎ BO FELLÎHÎ Û KURDÎ-GERŞÛNÎ Dİ KOLEKSÎYONA EDUARD SACHAU DE (ÇÎROKA SED Û ŞÊST Û DUYEM A HEZAR ŞEV Û ŞEVEKÊ)
Qurte Fellîhî devokeke zimanê Siryanîya rojhilat e ku li gorî Jeremias Schamir (Yeremya Şamîr 1821-1906) ew ji aliyê şênîyên devdora Eynkawaya Hewlêrê û mintiqeya Mûsilê ve tê axaftin. Jeremias Schamir keşîşek e ku di sedsala 19an de li devera Musilê jiyaye û mustensîxê gelek destxetên Gerşûnî (navê metnên zimanê bîyanî yên bi alfabeya Siryanî hatine…
Eşkerabûna Yekem Teksta Kurdî/Kurmancî ya Wergerê di Dîroka Pexşana Kurdî da-(1857)
GOTINEK Çawa ku aşkera ye kurdan weke piranîya miletên derdorê, bi helbestê dest bi nivisandina edebiyatê kiriye, lewma şikl û cureyê pexşanê ji derengtir li nav kurdan peyda bûye. Diroka wergêranê ya bi şiklê pexşanê ji her li wê sedsalê vedigere ku pexşana kurdî tê de hatiye nivisandin. Ji ber hindê, eger di nav diroka…