Firat Cewerî li sala 1959ê li gundê Balfisê yê li ser bi Dêrika Çiyayê Mazî nêzîkî Mêrdînê hatiye dinyayê. Di salên heftêyan de digel malbata xwe li Nisêbînê bi cîh bû, li 80’an koçberî Swêdê kir û heta niha jî li Swêdê dimîne. Wî berî 80ê dest bi nivîsîna bi kurdî kir. Wî deh salan kovarek bi navê Nûdemê derdixist. Di şaxên cihê de nêzîkî deh pirtûkan nivîsîne û deh-donzdeh pirtûk jî wergerandine zimanê kurdî. Her wisa pirtûkên wî jî ji bo zimanên dî hatine wergerandin. Pirtûka bi navê Kevoka Spî bi farsî jî belav bûye. Payiza Dereng dê bi tirkî jî çap bibe. Firat Cewerî li 24’ê gulanê di kongreya PENa Swêdî de wekî endamê komîteya wê ya nû ya kargêr hat hilbijartin. Ew ji sala 1987ê endamê PENa swêdê ye. Firat Cewerî amadekarê Antolojiya çîrokên kurdî e.
Wergerên WÎ
Dostoyevskî (Şevên Spî) 1993
John Steinbeck (Misk û Mirov) 1993
Çexov (Bexçeyê Vîsne) 1995
Samuel Beckett (Li benda Godot) 1995
Yaşar Kemal (Dara hinarê) 1998
Sartre (Dîwar)
Astrid Lindgren (Emîl li Lönneberga) 2000
Astrid Lindgren (Sûmiyên Emîl yên nû) 2000
Astrid Lindgren (Emîl hê jî li Lönnebergayê dijî) 2000
Barbro Lîndgren (Çîroka apoyê hûrik) 2000
Henning Mankell (Hingura êvarê) 2002
Gunilla Bergström (Birek bive ye Alfons Oberg) 2002
Gunilla Bergström (Alfonsê Şûm) 2002
Doktor Glas
Mîrê Emgionê Barabbas Welatê Tune Zaroka Şevê Gotinên Navdaran



















