Ferhenga Termên Matematîkê-Dilawer Zeraq & Mem Wenda



Nivîskar:
Dilawer Zeraq & Mem Wenda
Navê Ferheng:
Ferhenga Termên Matematîkê
Ziman
Kurdî-Fransî- Îngilîzî-Almanî-Tirkî
TirkîKurdî
Weşanxane:
Lîs Yayınları
Çap:
Sala Çapê:
Cihê Çapê:
Rûpel:
374
ISBN:
9786059014359
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Amadekirina Ferhenga Termên Matematîkê, di sala 2011an de dest pê kir. Û gir û girover di nav çar salan de xebat çû serî. Di binavkirina termên (navên têgihî) ên matematîkê de, me car caran mantiqa Kurdî car caran jî mantiqa Matematîkê da pêş û di ser wan re term û nav ava kirin. Her wiha, heta ku ji me hat me xwe gihand xebatên ku berî vê xebata me hatine kirin û me kelk û sûd ji wan wergirt. Ez dikarim bêjim, ji % 10 termên di nav ferhengê de ji van xebatan hatine wergirtin. Her wiha, me di amadekirina ferhengê de car caran meyla xwe da ser gotinên jiyanî ên Kurdî ku têkiliya wan bi matematîkê re jî heye. (wekî mînak: peyva “Kuj” di Kurdiya jiyanî û aktuel de, tê wateya goşe; loma jî me ji bo “köşe-angle” peyva “kuj” bi kar anî. Û ji vê jî, peyva “açı-angle” wekî “kujî” ava kir.

Her wiha di warê çar kirarên sereke de jî me sîstemeke wiha ava kir. Wekî; Kêman-Koman-Caran-Paran (Çıkarma-Toplama-Çarpma-Bölme) Yanî me sîstemeke mantiqî û zimanî û danî danî di ferhengê de) Ferhenga Termên Matematîkê ji du beşan pêk tê; Di beşa yekem de, term (navên têgihî) wekî Kurdî-Fransî- Îngilîzî-Almanî-Tirkî hatine rêzkirin.


<strong>Nivîskar</strong><br>
Nivîskar

Dilawer Zeraq & Mem Wenda

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…

Leave a Reply