Antîgonî


Navê Resen :
Antigone
Navê Kurdî:
Antîgonî
Nivîskar:
Sofokles
Wergêr:
Tahirxan Giravî
Zimanê Resen:
Yûnanî
Zimanê Jêder:
Yûnanî
Weşanxane:
Avesta 
Çap:
1
Sala Çapê:
2019
Cihê Çapê:
Stenbol
Rûpel:
112
ISBN:
9786257253178
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


“Te xêr e? Xuya ye derdekî te heye, ka bêje!”

“Erê, qey tu nizanî Kreon ferman daye ku

ji herdu birayên me yekî bispêrin axê û yê din nespêrin.

Weku dibêjin, Eteoklîs bi dadwerî, li gor rê û resmê olî

bi nirxên şahdetiya ku şehîdan dikevin binax kiriye

da ku birûmetî û serbilindî here welatê miriyan.

Lê ferman daye ku tu kes termê Polînîkîsî ku bi birînên

xedar bêcan mayî nesipêre axê û jê re şînê negire!

Mîna kelaxekî mirdar ser rûyê erdê bêgor bimîne,

bibe nûşî canê teyr û tûrên, seg û gurên dirinde

ku çavbirçî û har ji sibê heya êvarî li xwarinê digerin.”

Axaftina navbera du xwişkan, Ismînî dipirse û Antîgonî dilê xwe vedike.

Ev tragedyaya ku 2500 sal berê li Yewnana Antîk hatiye nivîsandin, vêga li Kurdistanê, welatê miriyên bêserûşûn konê xwe vedide. Kurdiya Antîgonî îthaf e ji Dayikên Şemiyê û wan miriyên bêkêl û gor re…

 

<strong>Wergêr</strong><br>
Wergêr

Tahirxan Giravî

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…

Leave a Reply