Siltanê Kurdistanê



Navê Resen :
Le Roi du Kurdistan
Navê Kurdî:
Siltanê Kurdistanê
Nivîskar:
Kamiran Alî Bedirxan
Adolphe De Falgairolle
Wergêr:
Nasir Naske
Zimanê Resen:
Fransî
Zimanê Jêder:
Fransî
Weşanxane:
Avesta
Çap:
1
Sala Çapê:
2021
Cihê Çapê:
Stenbol
Rûpel:
95
ISBN:
9786257253543
Kirîn:
PIRTUKA KURDÎ

Rave


“Siltanê Kurdistanê” babeteke destanên qehremaniyê ye. Wext bi wext  gelek versiyonên vê destana netewî hatine çêkirin. Kurd nizanin yekem nivîskarê vê destana bêhempa kî ye. 3000 rêzên helbesta klasîk di Serdema Navîn de derketine holê. Qirkirina netewa kurd û hilweşandina pirtûkxaneyan, nivîsên orijînal ên bi dest hatine nivîsandin dane windakirin. Nusxeya ku em li ser xebitîne, waneyeke gelêrî  ye, her wiha di nav malbatek ji malbatên dengbêjên kurd de, yên ku kevneşopiya helbesta gelêrî berdewam dikin, bi rewşeke olî hatiye veşartin. 

Berî her tiştî min û Mîr Kamiran Bedirxan, ji vir de û wê de, ji rêzên bi coş bigire, yên ku tê de şayesandinên xweşbîn û coşdar derbas dibûn, hetanî gotinên bêkêr, me jê avêtin. Me perçeyên jê avêtin qet bikar neanîn, her wiha çarînek, rêzek û nîv-rêzek feda kirin, me ev berhema hanê ji ambîansa wê neqetand û em girêdayî wergera rewşeke taybet bûn. Wexta qala şayesandina şer û serayan bihata kirin, bikaranînên zêde yên mecazî û nitirandî ku nivîskarê ewil xwe bi wan bêhtir nîşan dide, dê xwendevanên rojavayî yên biaqil û baldar aciz bikirana, ango hewceyiya wan bi ecêbmayîneke teze ya baldariyeke gav bi gav jinûve-zindî dike qet tune ye ku ev baldarî bi piroletiyên dorhêlê û miskîniya xwezayî ya şêniyên vî welatî bêhtir giran dibe. Li ser bûyerên hestiyar û psîkolojiya qehremanan tu hilbijartinek çênebûye. Rewşên helbesta giran û pak, dilê me bijand ji bo ku em ronahiyeke rast a zimanê fransî bidin wan.

Adolphe de Falgairolle


Wergêr<br>
Wergêr

Nasir Naske

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…