Navê Resen : |
| Navê Kurdî: Yarsan |
| Nivîskar: |
| Wergêr: Dehham Ebdulfettah |
| Zimanê Resen: |
| Zimanê Jêder: |
| Weşanxane: Lîs |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2017 |
| Cihê Çapê: Amed |
| Rûpel: 134 |
| ISBN: 9786059295659 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Ev pirtûka di nav destên me de ya ku bi navê Yarsan an jî Ehlî Heq ji pênc gotaran pêk hatiye. Ev gotar ji hêla sernameyan ve ji hev dûr in, lê ji hêla naverokan ve gelekî nêzîkî hev in û bi hev re mijara xwe sergihayî dikin.
Gotara yekem, bi sernivîsa “Veşarteya Kurdî” (Batinîya Kurdî) ye. Nivîserê vê gotarê, zanyar û Kurdnas Thomas Bois ye. Piştî ku Thomas Bois pirtûka Nûr ‘Elî Şah, ya bi navê Veşarteya Kurdî bi Zimanê Frensî xwendiye. Ev gotara xwe bi heman ziman û heman navî nivîsîye. Nûr ‘Elî Şah pirtûka xwe bi zimanê Farisî nivîsîbû û Dr. Mihemed Mukrî jî ew wergerandiye bo zimanê Frensî. Thomas Bois jî ev wergeran xwendiye.
Gotara duyem, “Rêbaza Ehlî Heq li Kurdistanê” ji alîyê lêkoler Zîba Mîr Huseynî bi zimanê Îngilîzî hatiye nivîsîn.
Gotara sêyem, “Ravekirina Xewnan li nik Ehlî Heq” e. Dr. Mihemed Mukrî ev gotar bi zimanê Frensî nivîsîye.
Gotara çarem, “Hêmaya Durê di Folklora Farisî û di nav Kurdên Ehlî Heq de” ye. Dr. M. Mukrî bi zimanê Frensî nivîsîye. Di dawîya gotara çarem de, Dr. Mukrî nêzîkî 415 malikên helbestî ji dastana Hacî Ni’metullah Mukrî yê Cêhûnî nivîsîne. Ev dastana bi navê Şahnameya Heqîqet (Dîroka Şahên Rastîyê), ji 11117 malikên helbestî yên kêşsaz û bi rêzbend pêk hatiye. Zimanê dastanê Farisî ye, digel ku hin bêjeyên Kurdî ji şêwezarê Goranî û Kirmanşahî ye.Gotara pêncem, “Bandora Çanda Îranîya Dêrîn li Rewşenbîrîya Olî ya Ehlî Heq” e. Nivîserê vê gotarê Islah Ebdulfettah, wergêrê wan her çar gotarên pêşîn e. Wergêr, gotarên yekem, sêyem û çarem ji zimanê Frensî û ya duyem ji zimanê Îngilîzî wergerandine ser zimanê Erebî
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


