Ayhan Meretowar, mamoste û nivîskarekî kurd e ku di sala 1969an da li gundê Holê ya Hezoya Batmanê hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya pêşîn, li gundê Kififê (Dogancikê) kiriye, li navçeya Qubînê (Bişêriyê), dibistana navîn xwendiye, li bajarê Sêrtê, lîse qedandiye. Di sala 1997an da li Zanîngeha Dicleyê ji beşê “Mamostetiya Ziman û Edebiyata Tirki” mezûn bûye. Di sala 2016an da, ji Zanîngeha Mêrdînê ya Artûklûyê destûrnameya Lîsansa Bilind a Ziman û Çanda kurdî girtiye[1]. Di gelek kovaran da meqaleyên wî hatine weşandin.
Çavkanî
Ayhan Meretowar, Lorî, Weşanên Wardoz, Çapa ewil, 2017.
Wergerên Wî
-Xutbeya Şamê, Munazeratê, Mûcîzatê Ehmedîye, Mûcîzatê Qur’aniye, Mûcîzeya Şeqqa Qemerê, Risaleya Munacatê, Rîsaleya Remezan û Îqtîsadê Werger, Bedîuzzeman Seîdê Kurdî (Ayhan Meretowar, Weşanên Zehrayê, 2009)
-Kelimeya Bist û Sisêyan, Risaleya Uxuwwetê, Rêbera Ciwanan, Rîsaleya Nexweşan, Werger, (Ayhan Meretowar, Weşanên Xizmetê, 2012)
-Lemeat, Werger, Bediuzzeman Seîdê Kurdi, (Ayhan Meretowar, Aydin Unesi Weşanên Xizmetê, 2012)
-Dersên Civakî, (Ayhan Meretowar, Mela Îbrahîm Xellê Amedî, Azîz Samûr, Weşanên Zehrayê, 2013)