Navê Resen : “Hayali Kürdistan”ın Dirilişi |
| Navê Kurdî: Vejîna Kurdistana Xeyalî |
| Nivîskar: Îsmaîl Beşîkçî |
| Wergêr: Omer Dewran |
| Zimanê Resen: Tirkî |
| Zimanê Jêder: Tirkî |
| Weşanxane: IBV |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2016 |
| Cihê Çapê: Stenbol |
| Rûpel: 154 |
| ISBN: 9786059073264 |
| Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Di 19’ê Îlona 1930’î de li ser karîkaturek ku di rojnameya Millîyetê de hatibû weşandin û li ser Çîyayê Agirî yê temsîlî û kêla gorak “Kurdistana xeyalî li vir binaxkirî ye” hatibû nivîsandin.
Dabeşkirin, perçekirin û parvekirina Kurd û Kurdistanê di dîrokê de bûyera herî girîng ya Rojhilata Nêzik e. Ev bûyer, li ser Kurd û Kurdistanê gelek bandorên neyînî kirî ye. Li gor qeneta min dabeşkirin, parçekirin û parvekirina Kurd û Kurdistanê, bûyera herî girîng a dîroka Rojhilata Navîn e. Vê dîyardeyê, li ser Kurd û Kurdistanê bandorek pir neyînî afirandîye. Ev rewşek wek parçebûna qarqodeyê merivek, belavbûna mejîyê merivek afirandîye. Vê, di civata navneteweyî de, kêmbûna dostên kurdan, bi demê re tunebûna wan, pirkirina dijminên wan jî pêk anî ye. Şekilgirtina civata navneteweyî bi hest û ramanên dijî kurdan encama sereke ya vê pêvajoyê ye.
Di roja me de dîyardeya Kurd û Kurdistanê ji layê sîyasî û civakî ve bi lez diguhere û bêguman ev rewşeke pozîtîf e. Du bûyerên girîng hene ku vê guherînê diafirînin. Ya yekem, di 15’ê Tebaxa 1984’an de li Tirkîyeyê destpêkirina tekoşîna gerîla ye. Bûyera duyem jî, di 20’ê Adara 2003’an de, destpêkirina midaxeleya biçek bo Iraqê ji layê DYA û hêzên Koalisyonê ve ye. Ev her du dîyarde bi hev bandorkirinê, bi hev zixtkirinê û rewşa îro afirandine.
Tekoşîna gerîla karîkatura 1930’î pûç kirî ye. Rêveberîya Herêma Kurdistanê jî îronîyeke li hember 1920’an e.
Bi hêvîya ku kurdîya pirtûkê cihê xwe bigre!
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


