Pûşbera Gêlazan



Navê Resen :
Kirazları Haziranı
Navê Kurdî:
Pûşpera Gêlazan
Nivîskar:
Mehmet Çetin
Wergêr:
Kawa Nemir
Zimanê Resen:
Tirkî
Zimanê Jêder:
Tirkî
Weşanxane:
Lîs
Çap:
1
Sala Çapê:
2008
Cihê Çapê:
Stenbol
Rûpel:
119
ISBN:
9789756179567
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Mehmet Çetin, fikara estetîk û awayê gotinê, yên ku pêdiviya helbestê pê heye li berçav girtiye û ji pirtûka xwe ya yekem Rüzgâr ve Gül (Ba û Gul) dest bi nivîsandina helbesteke bîrdozî kir. Ji ber vê sedemê helbesta wî, awayekî dijbertiyê ye; helbesta nerazîbûna ‘bi yekdengî’, azadbûna li hemberî yê heyî ye. Helwesta pirsîna hesabê ji pergala ku mirov li hemberî zimanê xwe, dîroka xwe evîna xwe biyanî dike û mirov zevt dike, ya bi rêya helbestan e. Helbesteke ku dikare wîjdana xwe biparêze û dikare ji wir li jiyana civakî, xwezayê, tiştên di hundirê mirov de diqewimin binhêre ye.

Di her pirtûka xwe de derfetên zimanê xwe yê helbestê berfireh dike, qaliban dişkêne, li awayên nû yên vegotinê digere. Ev jî hilberîna hewldana wî ya dewlemendkirina helbesta wî ye. Ji ber vê hewldanê ye ku xwendevan meraq dike ka dê pêngava helbesta Mehmet Çetin vê carê çi be.

Mehmet Çetin risteyên xwe yên yekem ên bi zaravayê Zazakî ya Kurdî ku zimanê wî yê zikmakî ye, di binçav de, li dîwarên hucreya xwe nivîsî. Vegera wî ya li zimanê xwe yê zikmakî û nivîsandina pirtûkên bi vî zimanî, ji ber sedema zext û zorên polîtîk, gelek bi derengî ket. Wergera kurmancî ya helbestên wî yên ku bi tirkî nivîsiye, dê bibe sedem ku helbesta kurdî destketiyeke cuda nas bike.


<strong>Wergêr</strong><br>
Wergêr

Kawa Nemir

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…

Leave a Reply