Mîrektiya Erdelanê


Navê Resen :
Di Zubdetu’t-Tewarîxa Mihemed Şerîf Qazî De Mîrektiya Erdelanê
Navê Kurdî:
Mîrektîya Erdelanê
Nivîskar:
Cafer Açar
Wergêr:
Cafer Açar
Zimanê Resen:
Farisî
Zimanê Jêder:
Farisî
Weşanxane:
Nûbihar
Çap:
1
Sala Çapê:
2019
Cihê Çapê:
Rûpel:
104
ISBN:
9786059413589
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Ev xebat ji wergera beşa yazdehem ya berhema Mihemed Şerîf Qazî ya bi navê Zubdetu’t Tewarîxê pêk tê. Herwiha di vê xebatê de nêrîta dîroknûsiya Erdelanê, dîroknasên vê ekolê û berhemên wan hatine nasandin. Zubdetu’t Tewarîx ji aliyê qaziyê Senendecê Mihemed Şerîf Qazî ve di sala 1800î de hatiye temamkirin. Berhem ji duwazde beşan pêk tê û beşa yazdehem di derbarê mîrektiya Erdelanê de ye. Di vê beşê de Qazî di derheq esl û nesebê Kurdan û dîroka mîrektiya Erdelanê de agahiyan dide. Herwiha têkiliyên mîrektiyê yên bi desthilatdariyên Îranê û yên bi dewleta Osmanî re jî di berhemê de cih digrin. Zubdetu’t Tewarîx piştî Şerefnameyê duyemîn berhema Farsî ye ku di derbarê Kurdan û mîrektiya Erdelanê de agahiyan dihundurîne. Li aliyekî din ew ji bo Ekola Dîroknûsiyê ya Erdelanê jî bûye bingehek.

Herçiqas li Tirkiyeyê di derbarê mîrektiyên Kurdan de xebat hatibin kirin jî li ser mîrektiya Erdelanê xebatên serbixwe gelekî kêm in. Ji ber ku jêderên têkildarî dîroka mîrektiya Erdelanê bi piranî Farsî ne ev yek dijwartir dibe. Em hêvî dikin ku wergera beşa yazdehem ya Zubdetu’t Tewarîxê û lêkolîna li ser nêrîta dîroknûsiya Erdelanê û danasîna dîroknasên vê mektebê wê bibe wesîle bo xebatên berfirehtir û ev xebat wê di vê qadê de valahiyekê dagire.


<strong>Wergêr</strong><br>
Wergêr

Cafer Açar

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…

Leave a Reply