Navê Resen : Alice adventures in wonderland |
| Navê Kurdî: Serpehatîyên Alîceê Li Welatekî Ecêb |
| Nivîskar: Lewis Carroll |
| Wergêr: Ciwanmerd Kulek |
| Zimanê Resen: Ingilîsî |
| Zimanê Jêder: Ingilîsî |
| Weşanxane: Avesta |
| Çap: 1 |
| Sala Çapê: 2019 |
| Cihê Çapê: Enqere |
| Rûpel: 136 |
| ISBN: 9786052246412 |
| Kirîn: pirtuka kurdi |
Rave
Yek ji klasîkên navdar ên edebiyata dinyayê “Serpêhatiyên Aliceê li welatekî ecêb” a Lewis Carroll, bi wergera Ciwanmerd Kulek êdî bi kurdî ye.
Meselên di vê kitêbê de pêşî ji zarokeke bi navê Alice Liddel re hatin gotin. Vebêjê wan tenê ji bo ku sebra vê keçikê bîne ev serpêhatî ji
ber xwe ve derdixistin, û dû re bi xêz û nivîs ew diyariyî wê kirin. Lê qismetê me jî tê de hebû, dawiyê ev çîrok bûn kitêb (1865) û pêşî li nav zarokên Îngilîstanê dawiyê jî li nav ê dinyayê belav bûn. Di sersala sedî (1932) a nivîskarê wê de êdî bûbû yek ji kitêbên herî pirr hatî xwendin ên cîhanê. Lê tenê sebra zarokan neanîbû, tenê xeyalên wan nerengandibû, evê kitêba piçûkan herweha karîgerî li berhemên mezin ên nivîskarê mezin jî kiribû hemin ku hemû dahî (kesên bilîmet) jî wek zarokan difikirin, ev peywendî ne tiştekî anormal e. Meseleyên ziman, meseleyên vegotin û têgihiştinê, keftûleftên bêdawî ên afirandinê jî di nav serpêhatiyên ecêb ên Aliceê de vediguherin lîstikan. Nebêjin me bi zarotî nexwend û çû, zewq û wateyên ku em ji van çîrokan bigirin heye ku di biçûkaniyê de jî û di mezinayiyê de jî eynê bin.
Kitêbeke bêhempa ji bo piçûkan, ji bo mezinan, û ji bo her demê.
Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!
Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!
Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…


