Ciwanmerd Kulek

Di 1984an de ji dayik bû. Di 2004an de dest pê kir bi kurdî binivíse romana wî ya yekem Nameyek Ji Xwedê Re di 2007an de çap bû. Piştre romanên wî yên Otobês (2010), Zarokên Ber Çêm (2012), Defterên Perrîdankan (2014) û 20:39 (2016) derçûn. Piştî Car Yek (2015) û Çar Neçar (2017) Çar Mîx sêyemîn kitêba wî a çîrokan e. Yekemîn berhema wî a nepexşan bi navê Strana Şev û Rojekê çap bûye ku tê de formên helbestî ên ji zargotina kurdî hatine bikaranîn.

Ciwanmerd Kulek ji bilî nivîskariyê karê wergêrê jî dike. Heta niha ji zimanên ingilîzî, spanî û tirkî van berhemên hanê ji edebiyata cîhanê wergerandine kurdî.

WERGERÊN WÎ

  1. Hetîketî (J.M.Coetzee),
  2. Li ber Sikrate (W. Faulkner),
  3. Çirokên Dubliniyan(J. Joyce),
  4. Serencama Mirinekê (G.G. Márquez),
  5. Beriya Şewiti (Juan Rulfo),
  6. Keleha Spî (Orhan Pamuk),
  7. Li Çiyayên Andê (Mario Vargas Llosa),
  8. Xewn û Xeyal (Jorge Luis Borges).