Şerefname



Navê Resen :
شرفنامه
Navê Kurdî:
Şerefname
Nivîskar:
Şerefxanê Bidlîsî
Wergêr:
Mele Mehmûdê Bazîdî
Zimanê Resen:
Farisî
Zimanê Jêder:
Farisî
Weşanxane:
Weşanxaneya Spîrêz 
Sala Nivîsê:
1858
Sala Çapê:
2007
Cihê Çapê:
Duhok
Rûpel:
ISBN:
Kirîn:

Rave


Mele Mehmûdê Bazîdî, yekem kes e ku cara ewil cilda yekê ya Şerefnameya Mîr Şerefxanê Bidlîsî ji orîjînala wê ya Farisî û li ber ew nusxeya ji aliyê Zêrnov ve hatiye amadekirin, wergerandiye li ser zimanê kurdî. Wî ev xebat di sala 1858’an de temam kiriye. Piştî sed û pêncî salan jî, dema ku mirov îro wê dixwîne, Kurmanciya wê ya wê demê zewqê dide mirov û mirov jê têr nabe. Lê mixabin, Mele Mehmûdê Bazîdî bị ser hinek mijaran re gav daye û ew wernegerandine. Mesela: temamê Mîrektiya Eyyûbiyan û Imadiyeyê qismek ji Mirektiya Hekariyê wernegerandiye û sefheya çaran a li ser Mîrektiya Bedlisê jî wekî kurtebirî wergerandiye. Di sala 1986’an de, ji vê wergerê re, ji aliyê Qanatê Kurdo û J. C. Musaelyan ve pêşgotineke hêja hatiye nivîsandin û ew weki destxet bi we hatiye çapkirin. Di sala 2007’an de jî, ew destxet ji aliyê Seîd Dêreșî ve hatiye transkirîptekirin û ji aliyê Weşanxaneya Spîrêz a li Duhokê ve hatiye çapkirin.


Wergêr<br>
Wergêr

Mele Mehmûdê Bazîdî

Duzen: Werger karekî gunehkarî û pîroz e jî!

Dîrok: 04/12/2009 Hevpeyvîn: Zinar Şîno Yek ji wergerên kurd ku ev bi salan e li Ewropayê dijî û li ser wergere xebatê dike jî Husên Duzen e. Li ser wergerê me bi Duzen re hevpeyvîneke kir. Pisporekê wergêrê dibêje; werger huner e. Gelo hunera wergerê di çi de ye? Husên Duzen: Belê, ne hemû cureyên wergerê,…

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) DERKET!

Dîroka Edebiyata Kurdî (7 Cild) Prof. Dr. Marûf Xeznedar Ji Soranî: Ziya Avci Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.Cildê II. Sedsalên 14. û 18anCildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala…

Leave a Reply