Mele Mehmûdê Bazîdî

Mele Mehmûdê Bazîdî, yêkemîn wergêrê kurd e.  Cara ewil berhama Şerefxanê Bidlîsî ji farisî wergerandîye kurmancî.

Mele Mehmûdê Bazîdî, di sala 1797an de li navçeya Bazîdê ji dayîk bûye. Piştî ku medreseyê diqedîne û dibe meleyekî çê, navê Mehmûd dibe Mele Mehmûd û dû re jî navçeya Bazîdê ya ku lê ji dayîk bûyî, dibe paşnavê wî. Her wiha di nava gel de weke Mele Mehmûdê Bazîdî tê naskirin. Mixabin sala koçkirina wî ya dawî baş nayê zanîn.

Lê li gor belgeyên di destan de, tê zanîn ku heta sala 1860î li cîhanê bûye. Lewra di vê salê de jî berhem nivîsîne. Lê li gor belegeyeke din jî, Mele Mehmûdê Bazîdî di sala 1863an de çûye li ser dilovaniya xwe.

Mele Mehmûdê Bazîdî, zaroktiya xwe li Bazîdê derbas dike. Dû rê dest bi xwendinê dike û pêşî fêrî xwendina Quranê dibe. Mewlûda Melayê Bateyî û Nehculenam a Mele Xelîlê Sêrtî dixwîne. Ji bo xwendina Nûbihara Ehmedê Xanî û berhemên din, derbasî medreseya Bazîdê dibe. Tevlî feqiyên li medreseya Bazîdê dibe û bi wan re dest bi xwendinê dike. Piştî demekê ku dersên wî û zanîna wî pêşve diçe, dikeve rêza medreseyan û li gelek medreseyên Kurdistanê digere. Zimanê Erebî, Farisî û Osmanî fêr dibe. Piştî qedandina dersan ku îcazê werdigire, carekî din vedigere Bazîdê cîhê ku lê ji dayîk bûyî. Li Bazîdê ji aliyekî ve dersê dide feqiyan, ji aliyê din ve jî li ser wêje û rêzimana Kurdî dixebite.

Giraniya xebata xwe bi kurdî, bi zaravayê kurmancî dinivîse.

Pirtûka Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî, ji Farisî werdigerîne zaravayê kurmancî. Di heman demê de helbestan jî ji Erebî, Farisî û Osmanî werdigerîne Kurmancî.

 

Nushayek Şerefname
Nushayek Şerefname

 

Dîroka Kurdistanê ya piştî Şerefnameyê, heta dema jîna xwe bi awayek rêkûpêk dinivîse. Li ser wêjeya kurdî radiweste û beşekê jê dinivîse. Li ser rêzimana kurdî jî radiweste û bi gelek qaîdeyan dinivîse. Ji bilî van xebatan, gelek berhemên din jî ji destê Mele Mehmûdê Bazîdî derketine. Lê mixabin heta weke îroj ew berhemên wî yên delal negihîştine ber destên me. Piraniya berhemên Mele Mehmûdê Bazîdî, ji aliyê Rojhilatnasên Sovyetî ve di arşîvên Petersburgê de hatine komkirin.

Ji berhemên Mele Mehmûdê Bazîdî ya ku ketî destê me, berhema bi navê Adab û Risûma Kurdan e. Adab û Risûm tê wateya orf û edet. Ev berhem bi zaravayê kurmancî hatiye nivîsandin.

Orf, edet û kevneşopiyan Kurdan, di vê berhemê de bi awayek balkêş li ber çavan rahêxistine. Li gor agahiyan, ev pirtûka wî li zimanên Rûsî, Tirkî, Farisî, Erebî û zaravayê Soranî hatiye wergerandin.

Mele Mehmûdê Bazîdî, ji bo ku gelê xwe baş nas bike, li gelek deverên Kurdistanê digere. Li erdnîgariya welatê xwe lêkolînan dike. Li nava gel, eşîr û koçeran dahûrînên baş dike. Rewş û timtêla gel baş hîn dibe. Mêvanî, malevanî, keçxwestin, dawet û dezgîran û cîrantiyê, hîn dibe û baş dişopîne. Van kevneşopiyan dinivîse û berhema wî ya bi navê Adab û Risûma Kurdan derdikeve holê.

Kurdzan Margeret Rudankov a Rûsî, di pêşgotina vê berhemê ya wergêra rûsî de wiha dibêje: Heger ev xebata Mele Mehmûdê Bazîdî, li cem Aleksander Jaba tine bûya, ev çand û nasîna kurdan a serdema navîn bi vê rewşê bi dest me neketana.

Wî pirtûkeke bi navê Adetên kurdan nivîsandiye[1] û pirtûka Şerefxanê Bedlîsî ya Şerefname ji wergerandiye zimanê kurmancî. Mele Mehmûdê Bazîdî herweha gelek çîrokên gelêrî jî nivîsandine.[2]

Mele Mehmûdê Bazîdî kesekî berhevkar û arşîvkar bû. Xebatên ku dikirin û ew belegeyên ku bidest wî diketin, tev arşîv dikirin û ev arşîv ji her kesî re vekirî bû. Gelek lêkolînvan û zanyaran ji pirtûkxane û arşîva Mele Mehmûdê Bazîdî sûd digirtin. Çi tişta ji wan re pêdivî bûna bi dest dixistin û li ser dixebitîn.

Balyozê rûs Aleksander Jaba, di nîvê sedsala 19an de, weke balyozê Rûsistanê tê Erziromê. Aleksander Jaba, hê ji berê de bi awayek mezin meyla xwe dibû, çand, wêje û dîroka Kurd. Li Erziromê ev keys dikeve destê wî ku hê bêtir lêbikole û ji nêzîk ve bibîne. Herwiha bi Mele Mehmûdê Bazîdî re peywendiyan datîne. Hêdî hêdî hevûdin nas dikin û êdî xebatên wan bi hev re dest pê dikin. Xebatan li ser dîrok, çand, wêje û rêzimana Kurdî pêktînin. Mele Mehmûdê Bazîdî, ji pirtûkxaneya xwe gelek pirtûkan dide Aleksander Jaba. Di nav van pirtûkan de gelek ji wan destxetên Mele Mehmûd in. Yek ji van pirtûkên ku dayî Aleksander Jaba jî, Adab û Risûma Kurdan bû.

Herwiha destnivîsên Mele Mehmûdê Bazîdî keti bûn destê Aleksander Jaba yê Rûsî. Dema ku Aleksander Jaba vedigere welatê xwe Rûsistanê, van destnivîsên Mele Mehmûdê Bazîdî jî bi xwe re dibe. Aleksander Jaba van destnivîsên Mele Mehmûdê Bazîdî di arşîva Petersburgê de bi cîh dike. Ji wê rojê û bi şûn de ji vê arşîva Mele Mehmûd gelek sûd hatiye wergirtin.

ÇAVKANÎ

https://ku.wikipedia.org/wiki/Mele_Mehm%C3%BBd%C3%AA_Baz%C3%AEd%C3%AE