Kurd di tarîxa Ibn el-Esîr de (1 – 2)



Navê Resen :
Al-Kāmil fit-Tārīkh
Navê Kurdî:
Kurd di tarîxa Ibn el-Esîr de (1 – 2)
Nivîskar:
Ibn el-Esîr 
Wergêr:
Emin Narozî
Zimanê Resen:
Erebî
Zimanê Jêder:
Erebî
Weşanxane:
Avesta
Çap:
1
Sala Çapê:
2018
Cihê Çapê:
Stenbol
Rûpel:
856
ISBN:
9786052246047
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Beşên li ser kurdan ên “El-Kamil fî t-Tarîx”a Ibn el-Esîr ku yek ji berhemên herî girîng ê tarîxa îslamê ye ji aliyê Emîn Narozî ve ji erebî bo kurdî hate wergerandin û amadekirin û bi navê “El-Kamil fî
t-Tarîx (Kurd di tarîxa Ibn el-Esîr de) derket. Avesta bi vê berhema ku ji du cildan pêk tê, dest bi koleksiyoneke nû dike: “Kurd di tarîx
û seyahetnameyên erebî de.” Di dorê de tarîxa Teberî û Miskeweyhi‘ heye.
“El-Kamil fî t-Tarîx” a ku ji aliyê Ibn el-Esîr (Cizîra Botan, h.
555-630 / m. 1160-1232) ve hatiye nivîsandin, yek ji girîngtirîn tarîxên îslamî ye. Kitêb mîna salnameyeke bûyeran li gorî salan hatiye dabeşkirin. Wî di her salekê de kîjan bûyerên li gorî wî girîng qewimîbin ew bi serenav nivîsîne û di dawiya beşê de jî hinek bûyerên piçûk yan jî kêmgiring û mirinên kesên mezin î bi navûdeng û zana û şarezayên navdar bi kurtî dane.
Kitêba Ibn Esîr di biwara kurdan û welatên wan de li gorî serdema wî di nav kitêbên tarîxê de yek ji yên yan jî bi xwe berfirehtirîn kitêb e ku agahên firewan û kêmpeyda yên siyasî, leşkerî, civakî û jînewerî
li ser wan dide. Ew di kitêba xwe de ji dused û pêncî û heft (257)
caran bêhtir navê kurdan hildide û bîst û yek hoz û êlên kurdan bi nav
dike.
Ji bilî ku ew li ser pênc mîrnişînî û du dewletên kurdan yên Merwanî û
Eyûbî jî agahdariyên xurt û berfireh pêşkêşî me dikir, ew di gelek cihan de ji bo tevger û libtên wan yên civakî, mêrxasî, xizmet û karên kurdan yên qenc î rewa pesnê wan dide, lê carina jî di hinek cihan de
gava serhildan û xirecirên wan li hemberî desthilatdar, xelîfe û hikimdaran çêbûbin jî ew bi nexweşî û xerabî ji wan xeber dide.
Tarîxa Ibn el-Esîr weke romanekê ye, bi carekê re tê xwendin û mirov dibîne ku li welatê me, îro di nava tarîxê, tarîx jî di nava îro de veşartiye.
Di vê xebata ku ji du cildan pêk tê hemû beşên tarîxa Ibn el-Esîr ên li ser kurdan cih
girtine.


<strong>Wergêr</strong><br>
Wergêr

Emin Narozî

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…

Leave a Reply